Derziya Pfizer û BioNTech li ser gelek kesan hatin ceribandin. Li gorî daxuyaniyê, derziyên qala wan têne kirin, ji sedî 90 serketî bûn. Pfizer û BioNTech ev rewş li ser navê zanist û mirovatiyê weke rojeke girîng destnîşankirin.
Li gorî nûçeya BBC derzî li 6 welatên namzet li ser 43 hezar û 500 kesan hat ceribandin û rewşeke mirov jê bitirse derneket holê. Di nava wan welatan de ku ceribandin lê bûye, Tirkiyê jî heye.
Şîrketên dermanan di dawiya vê mehê de wê ji bo bikaranîna derziyê serlêdanê bikin. Pfizer wê heta dawiya salê 50 mîlyon, heta dawiya sala 2021ʼê jî wê 1,3 mîlyar derzî bixe piyaseyê.

NAVENDA NÛÇEYAN