Çalakiya Nobedê ku ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan li bajarê Strasboûrg ê Fransayê pêk tê, bi koma Kurdistaniyên ji bajarê Drancy dewam dike.
'Nobeda Azadiyê' di hefteya 454'an de ye. Sê Kurdên ji banliyoya Drancy dest bi çalakiyê kirin. Vedat Çelîk, Suleyman Kuren û Bulent Amed cihê xwe di nava koma nû ya çalakgeran de digirin.
Vedat Çelîk bi navê komê axivî û bi bîr xist ku gelê Kurd zêdeyî 40 sal in ji bo hebûnê têdikoşe û heta serketinê wê têkoşîna xwe ya azadiyê dewam bike. Vedat Çelîk got, "Rêber Apo bi komployeke navneteweyî radestî dewleta Tirk hate kirin. Eger hîn jî azad nebûye ev yek ji bo gelê Kurd û tevahiya mirovahiyê şerm e." Vedat Çelîk diyar kir ku Abdullah Ocalan mifteya çareseriyê ya pirsgirêka Kurd e û divê tavilê azad bibe.
Çalakiya 'Nobeda Azadiyê' ku 9 sal in li bajarê Strasboûrgê yê Fransayê pêk tê, di nava gelê Kurd de li Ewropayê çalakiya herî demdirêj û dîrokî ye.
ANF/STRASBOURG