Doza Kurdan ji bîr neke!

În 27 Tebax 2021 - 03:55

  • CDK-F dibêje, bêdengiya li hemberî êriş û binpêkirinên Tirkiyeyê, dibe piştgirî û teşwîq ji bo dewleta Tirk û wiha dewam dike: "Fransa divê mutefîkên xwe yên Kurd ji bîr neke. Fransa û dinya hemû divê ji bîr nekin, ji ber ku PKK’ê li dijî DAIŞ’ê şer kiriye, ew deyndarê wê ne. 

Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron ji bo beşdarî konferanseke berfireh a ji bo Rojhilata Navîn bibe, diçe Iraqê. Ew ê her wiha biçe serdana Hewlêrê jî. CDK-F'yê bi vê rasthatinên peyamek weşand û bang li Macron kir da ku destekê bide çareserkirina doza Kurd û qebûla îradeya Êzîdiyan li Şengalê. 
Civaka Demokratîk a Kurdên li Fransayê (CDK-F) daxuyaniyeke nivîskî weşand û got, “Di vê pêvajoya krîza Rojhilata Navîn de, 28’ê Tebaxê li Bexdayê konferanseke herêmî tê lidarxistin. Ev konferans bi hevkariya Parîsê tê kirin, wê bi nûnerên hin welatan re hin peymanên dîrokî werin îmzekirin. Em ji ber vê konferansê bi fikar in û bang li Serokkomar Emmanuel Macron dikin, bila îradeya gelê Kurd ji bîr neke. "

Êrişên dagirkeriyê dewam dikin
CDK-F'ê êrişên dewleta Tirk ên dagirkeriyê yên ji 23'yê Nîsanê ve bi bîr xistin û got, "Tirkiyeyê PDK jî daniye kêleka xwe û dixwaze armanca xwe ya dagirkeriyê kamûfle bike û dixwaze vê operasyonê wekî li hemberî PKK’ê nîşan bide. Lê wekî ku li Sûriye, Qerebax, Lîbya, Qibris û Rojhilatê Behra Spî, ev operasyon jî îsbata polîtîkaya belavbûnê ya dewleta Tirk e."

Tifaqa dewleta Tirk û DAIŞ'ê
CDK-F'yê wekî din bi bîr xist ku PKK'ê piştî guhertina paradîgmayê, li çareseriya doza Kurd li nava çar dewletên dagirker de digere lê dîsa jî dewleta Tirk bi armanca qirkirinê êriş dike. CDK-F îsaret bi êrişên weke dagirkirina şartedariyan bi qeyûman, êrişên dagirkirina Efrîn, Serêkaniyê, bombebarandina misêwa ya Başûr û Rojavayê Kurdistanê jî dike û dibêje, "Dewleta Tirk di heman demê de ji bo Rojhilata Navîn û Ewrûpayê bê îstîkar bike, bi rêxistinên cîhadîst ên wekî DAIŞ, El Qaîde, Birayên Misilman re şirîkatî kir. Ev mutefîkê ku hêzên dinyayê xwe nêzî wê dikin, di heman demê de mutefîkê DAIŞ û El Qaîdeyê ye." 

Tifaqa bi rastî ya Kurdan û dinyayê ye
CDK-F dibêje, bêdengiya li hemberî êriş û binpêkirinên Tirkiyeyê, dibe piştgirî û teşwîq ji bo dewleta Tirk. Ew bi bêr dixe ku Kurdan li Sûrî û li Iraqê li dijî DAIŞ'ê şer kiriye û DAIŞ têk birine û wiha dewam dike: "Fransa divê mutefîkên xwe yên doh ji bîr neke. Fransa û dinya hemû divê ji bîr nekin, ji ber ku PKK’ê li dijî DAIŞ’ê şer kiriye, ew deyndarê wê ne. 
Ji ber ku PKK gelê Kurd temsîl dike, ji qada siyasî were vederkirin, doza Kurdan wê çareser nebe. Êdî dem hatiye ku Fransa û hêzên navneteweyî rê li ber vê vekin ku doza Kurdan bi awayekî cîdî were çareserkirin.  Doza Kurdan bi diyalogekeke berfireh dikare çareser bibe. Heke PKK ji qada siyasî were vederkirin, bi dehan milyon kesên ku piştgirî didinê jî wê werin vederkirin. 

Piştgiriyê bidin gelê Kurd
Em bang li Serokkomar Macron dikin, bila di vê konferansê de girîngiyê bide doza Kurdan û civaka Êzîdî. Naskirina Rêveberiya Xweser a Şengalê, avakirina îstîqrara wê tekane rê ye ku civaka Êzîdî vegere ser axa xwe. 
Em bang li mutefîk, rêxistinên xwe yên dost û hemû pêkhateyên siyasî yên Fransayê dikin, bila di vê pêvajoya krîtîk de piştgiriyê bidin gelê Kurd.”

PARÎS

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.