Dosyayek li ser ‘Şoreşa Rojava’

Nûçeyên Jiyan/Civak

Pêncşem 16 Çile 2025 - 00:38

Bi navê "Kurd Araştirmalari" salê du caran e-kovarek tê derxistin. Her carê dosyayeke amade dikin ku vê carê wan berê xwe daye Rojava û dosyaya xwe pêşkêş kirine.

Weşana Kurd Araştirmalari lêkolînên li ser kurdan kom û belav dike. Di vî warî de heta niha 11 dosya, belkî bi gotineke din e-kovar gihandibûn ber destên xwendevanan û niha ya 12'yan jî temam û pêşkêş kir. Vê carê hinek bi derengî dosyaya xwe amade kiribe jî, lê di dawiyê de amade kiriye û bi gelek gotar, hevpeyvînan ew pêşkîşî xwendevanan kiriye. Ev dosyaya wan a 12'yan li ser Rojava ye. 
Dosya bi gotina "Di dema ku dilê dinyayê li Rojhilata Navîn lê dide de em bi hejmara Rojava li pêşberî we ne" hatiye pêşkêş kirin.

Modela Rojava weke qada modernbûnê

Di nivîsa edîtor de bal kişandiye ser rewş û dîroka Rojava ya heta niha û wisa hatiye gotin; "Niha piştî Başûrê Kurdistanê, Modela Rojava wekî qada modernbûna kurdan a ku sazîbûna modernbûnê lê çêdibe derdikeve holê." Di dosyayê de bi tirkî û kurdî nivîs hatine weşandin ku piranî bi tirkî ne. Di nav dosyayê de du hevpeyvîn hene ku yek bi kurdî, yek jî bi tirkî ye. Ji van ya bi tirkî ligel antropologê anarşîst David Graeber hatiye kirin ku bi vî awayî hatiye pêşkêş kirin "Sûriye, anarşîzm û serdana Rojava". Hevpeyvîna din ligel Komîna Fîlm a Rojava hatiye kirin ku vê komê salên dawî gelek film û belgefilm çêkirine.

Ramazan Kaya ku edîtoriya vê dosyayê kiriye, di heman demê de bi navê "Piştî 12 salan Şoreşa Rojava" gotareke dirêj li ser Rojava amade kiriye. Kaya li ser dîrok, model û pêşketinên li Rojava gelek agahiyên berfireh pêşkêş kirine.

Kesên dixwazin xwe bigihînin dosyayê dikarin lînka li jêr bitikînin;

https://www.kurdarastirmalari.com/anasayfa

DIYARNAME

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.