Dostekî Kurdan wefat kir

Nûçeyên Cîhan

Yekşem 26 Kanûn 2021 - 22:21

  • Yek ji sembolên têkoşîna li dijî rejîma Apartheid a nijadperest a li Efrîkaya Başûr, oldar û dostê gelê Kurd, Demond Tûtû di 90 saliya xwe de wefat kir.

Yek ji sembolên têkoşîna li dijî rejîma Apartheid a nijadperest a li Efrîkaya Başûr, oldar û dostê gelê Kurd, Demond Tûtû di 90 saliya xwe de wefat kir.

Serokkomarê Efrîkaya Başûr, Cyrîl Ramaphosa ragihand ku oldar Desmond Tûtû koça xwe ya dawî kiriye.

Ramaphosa li ser navê ‘Xelkê Efrîkaya Başûr’ êş û xemgîniya xwe parve kir.

Xwediyê Xelata Aştiyê ya Nobelê ya sala 1999’an serpîskopos Tûtû bi piştgiriya xwe ya bi têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê jî dihate naskirin.

Tûtû ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd bi rêya diyalogê, di Mijdara 2012’an de Însiyatîfa Aştiyê ya Navneteweyî ragihandibû. Yên ku destpêkê mohra xwe danîn binê vê însiyatîfê jî lîderê rûhanî yê Tîbetê Dalaî Lama, Serokê Sinn Feinê Gerry Adams, ji serokên berê yên DYE’yê Jimmy Carter bûn.

Tûtû sala 2014’an dema ku êrişên dagirkeriyê li ser Kobanê hatin destpêkirin, li cem Kurdan cih girt û beşdarî konferansên Kurd ên li Parlamena Ewrûpayê bûbû. Desmond Tûtû ku di heman demê de pêşengî dikir ji lidarxistina van konferansan re, sala 2018’an pêşengî ji Trîbûnala Navneteweyî re kir ku dewleta Tirk lê hate dadgehkirin.

Tûtû yek ji aktorên girîng ên kampanya ‘Dema wê hatiye’ bû ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate destpêkirin. Yek ji 50 Xelatgirên Nobelê bû ku sala 2019’an li dijî tecrîdê bang kir.

Herî dawî di Nîsana 2021’ê de bi navê Kampanya Aştiyê ya Kurdistanê mohra xwe danîbû binê nameya ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan.

KAAPSTAD

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.