Ji ber nebûna madeyan û sotemeniya pêwîst ji bo xebitandina wesayitan, Şaredariya Gel a taxên şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê yên di bin dorpêça hikûmeta Şamê de, nikare bernameya xwe ya xebatê derxîne.

Şaredarî li gorî derfetên xwe tenê hin xizmetên lezgîn ên mîna restorekirina hin torên kanalîzasyonê û avê, dike.

Şaredariya her du taxan par gelek pîlansazî kirin. Didu ji wan jî avakirina Parka Rêber Apo li taxa Şêxmeqsûd û Parka Efrînê li taxa Eşrefiyê bûn. Ji bo rêgirtina li ber qezayan li taxa Eşrefiyê “Çarxerêya Zeytûnê” vekir. Xebatên sererastkirina torên avê û kanalîzasyonê ku ji ber êrişan zirar li wan bûye, dewam kir. Lê, îsal ji ber kêmderfetiyên di encama dorpêça hikûmeta Şamê de ti plansazî nedanîne.

Endama Nivîsgeha Jinan a Şaredariya Gel, Semîra Elî got, par derfet hebûn, ji lewra wan gelek xebat kirin, lê belê îsal ji ber dorpêçê û ji ber ku derfet nînin, wan hîna ti plansazî nekiriye.

Semîrayê got, îsal karê wan tenê serersastkirina hin xetên avê û kanalîzasyonê bûye.

Rê û menfez hatin çêkirin

Şaredariya Gel a navçeya Til Birakê ya kantona Qamişloyê jî di çarçoveya budceya 2023`yan û wekî dewamkirina projeyên sala 2022`yan, rê qîr kirin, torên avê ava kirin û li kolanên sereke û şaxî yên ku gundan bi navenda bajêr ve girê didin, menfez danîn. Şaredariyê beriya çend rojan lîsteya rêyên bên qîrkirinê amade kir û dest bi qîrkirina rêya di navbera gundên Behiye û Miêzîlê de yên li rojavayê Qamişloyê kir.

Endamê rêveberiya Şaredariya Til Birakê Hemîd Sultan têkildarî projeyan got: “Şaredariya Gel a Til Birakê dest bi pêkanîna projeyên budceya 2023`yan bi nirxê 200 hezar dolarî kir. Li gorî wê, projeyên qîrkirinê hatin pêkanîn, her wiha komek torên ava vexwarinê hatin çêkirin da ku pirsgirêka kêmbûna avê li hin gundan çareser bibe.

Sererastkirina rêyan jî di plansaziya îsal a Şaredariya Gel de heye. Di vê çarçoveyê de projeyên par ên sererastkirina rêyên hin gundan bi navenda bajêr ve girê didin, bi kevirên hûr hatin temamkirin, her wiha projeyên qîrkirinê jî pêk hatin anîn.

NAVENDA NÛÇEYAN