Koma ji bajarê Elmanyayê Frankfurtê, Nobeta Azadiyê ya li bajarê Fransayê Strasbourgê dewr girt. Ev nobet di hefteya 461’ê de didome.
Ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û rakirina tecrîda li ser wî, Înîsîyatîfa Azadî ji Ocalan re di 25’ê Hezîrana 2012’an de Nobeta Azadiye dabû destpêkirin. Ev çalakiya nobetê, di hefteya 461’ê de didome.
Her hefte komeke cihê ya çalakgeran vê çalakiya nobetê dewr digire. Vê hefteyê jî koma ji Frankfurtê çalakî dewr girt.
Tê wateya çareseriyê
Çalakî her roj saet 07.30’an de dest pê dike û heta saet 16.30 didome. Vê hefteyê jî Necmettîn Aydin, Alî Kinay, Hakan Boyraz û Mecît Elçîk tevlî çalakiya nobetê bûne.
Necmettîn Aydin li ser navê komê diyar kir ku Rêber Abdullah Ocalan îradeya Kurdan e. Aydin got, “Tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan tecrîda li ser gelê Kurd û alîgirên demokrasiyê ye. Ji ber vê jî azadbûna Rêbertiya me tê wateya çareseriya ku gelê Kurd dixwaze. Ji ber vê jî heta azadiya Rêber Ocalan pêk were, gelê Kurd wê têkoşîna xwe bidomîne.”
Aydin bang li CPT’yê kir da ku peywira xwe bi cih bîne û diyar kir bi xwedîderketina li greva birçîbûnê ya ku girtiyan dabû destpêkirin, tecrîd wê were şikandin.
STRASBOURG