Dora dengdana li Tirkiyeyê ye

Nûçeyên Dîaspora

Pêncşem 11 Gulan 2023 - 00:58

REWŞAN DENIZ/FRANKFURT

 

Ji bo hilbijartina serokkomarî û parlamena Tirkiyeyê ya 14'ê Gulanê, ji 27'ê Nîsanê heta 9'ê Gulanê, li gorî daneyê Desteya Bilind a Hilbijartinê ya Tirkiyeyê, milyonek û 817 hezar û 10 hilbijêrên li derveyî Tirkiyeyê dengê xwe daye. Herçî deriyên sînor in, hilbijêrên li derveyî Tirkiyeyê wê karibin dengê xwe heta 14'ê Gulanê saet 17:00'an bidin.  

Li derveyî Tirkiyeyê herî zêde li Elmanyayê hilbijêrên ji Tirkliyeyê hene. Ji wan 732 hezar û 776 kesan dengê xwe bi kar anî. Di hilbijartina 2018'an de 660 hezar û 74 kesan dengê xwe dabû.

Li Fransayê 197 hezar 634 hilbijêran dengê xwe da. Ev hejmar sala 2018'an 161 hezar û 251 bû. 

Li Holandayê jî 145 hezar û 111 kesan dengê xwe da. Li Swîsreyê 60 hezar û 91 deng hatin bikaranîn. 

Dengên hatine bi kar anîn doh, piştî ku li ber muşahidan xistin kîsan û kîs mohr kirin, ber bi Enqerê ve hatin şandin. Ev deng wê li Enqerê, li navenda pêşangehê ya ATO'yê, 14'ê Gulanê saet 17:00'an piştî ku dengdan li Tirkiyeyê bi dawî bû, wê bên hejmartin. 

Nûnerê Partiya Çep a Kesk (Yeşil Sol Parti) yê Swîsreyê Huseyin Mamakli got, “Li gorî hilbijartina 2018'an de 12 hezar bêhtir deng hatin bikaranîn. Em li bendê ne ku hilbijêrên me li deriyên sînor jî dengê xwe bidin. Di van hilbijartinan de em ê dengê xwe zêde bikin û wiha jî dîsa bibin partiya yekemîn li Swîsreyê.”

Parlamenterê HDP'ê Huseyîn Kaçmaz bi balefira dîplomatîk ya ku dengan dibe Enqerê re ye. Nûnerê HDP'ê di YSK'yê de Ruştu Tiryaki got, “Em ê hejmartina dengên ji derveyî Tirkiyeyê bi herî kêm 500 muşahidî bişopînin û wezîfeya xwe bi cih bînin. Hevalên me yên ku erka wan a îtîrazê heye û parêzerên me jî wê hazir bin." 

 

Hîna karê me maye

Koordînasyona Hilbijartinê ya Derveyî Tirkiyeyê ya Partiya Çep a Kesk malavahiya her kesî kir ji bo xebatên hilbijartinê û got, “Hîna xebata me xilas nebûye. Her kes bila nas û xizmên xwe yên li welat razî bike da ku dengê xwe bidin Yeşil Sol Partiyê.” 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.