Koma ji bajarê Elmanyayê Bonnê vê hefteyê wê Nobeta Azadiyê ya li Strasbourgê bidomîne.

Her hefte Kurd û dostên wan ên li Ewrûpayê tên nobetê werdigirin. Vê hefteyê jî koma ji bajarê Bonnê çalakiya nobetê wergirt. Di vê komê de Fadîle Ehmed, Fatma Mallanasan, Necmettîn Kaçar û Gulay Kaçar cih digirin.

Fadîle Ehmed li ser navê komê daxuyanî da û got, "Em bi vê çalakiyê dixwazin Ewrûpa piştgiriyê nede kirinên dermirovî yên li ser Rêbertiya me û polîtîkaya qirkirinê ya li dijî gelê Kurd."

Li qada Nobeta Azadiyê ya ku her roj ji saet 07.30 heta 16.30’an didome, TJK-E û KCDK-E’yê jî di 12’ê Gulanê de di çarçoveya pêngava ‘Li hemberî tecrîd û qirkirinê, her der Avaşîn, Zap û Metîna ye. Dem dema azadiyê ye’ de çalakiya rûniştinê dabû destpêkirin. Çalakiya rûniştinê jî kete hefteya xwe ya çaran, yanî hefteya dawî. Koma dawî doh ji Swîsreyê hat û çalakî wergirt.

Hefteya 467’an

Ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan û şikandina tecrîdê di 25’ê Hezîrana 2012’an de Nobeta Azadiyê hatibû destpêkirin. Çalakî di hefteya 467’an de didome.

STRASBOURG