Dîzikên ji rêzê xweşiktir dike

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 11 Gulan 2023 - 03:37

Christina Sutton ango bi navê xwe yê din “Little Bird Painting” li ser teyfik û tasikên ji rêzê resmên xweşik çêdike. Ew wan teyfik û dîzikan werdigerîne berhemên xweşik. Christina Sutton li Montanayê dijî û ji xwezayê hez dike. Jixwe, îlhama wê ya ji bo van resman jî xweza ye. Nexasim jî ajal û heywanên li xwezayê îlhamê didinê. Dema ew van teyfikan bi resman dixemilîne ji rêûresmên kevnar ên çapê, ku şêwazeke çêkirina resman e jî sûd werdigire.

Rengê wê yê ku herî zêde jê hez dike û bi kar tîne, reş e. Her wiha rengên weke zer, sor û şîn jî bi kar tîne ji bo van berhemên xwe yên piçûk. 

Christina Sutton ji bo hunerê xwe dibêje, “Rojekê bi saya hevaleke xwe ez fêr bûm ku di firinan de seramîkan çêkim. Ji wê rojê ve min dev ji vî karî berneda. Ji hunerê folk hez dikim herî zêde. Nebat û heywanên li derûdora min jî îlhamê didin min. Dîzikên ku çêdikim jî jidil kêfa min tînin û ez bi wan xwe aramtir hîs dikim.”

MONTANA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.