Dizî û destdirêjiya Kiyarûstemî!

Nûçeyên Çand/Huner

În 22 Tîrmeh 2022 - 22:00

  • Manîa Ekberî: Kiyarostemî li dinyayê derhênerekî mezin bû. Gelek caran ev yek anî bîra min û got, ‘dê kes ji te bawer neke!’ Ji lewma ez jî bêdeng mam. Ez weke sînemavaneke ciwan heyranê wî bûm û min ji karên wî re rêz digirt. Lê êdî ji vê serpêhatiya xwe natirsim, helbet ji navê wî jî!

ARDÎN DÎREN

Beriya bi çend rojan di kovara “Altyazı” ya bi Tirkî de hevpeyvîneke dirêj a derhênera Îranî Manîa Ekberî hat weşandin. Dema meriv li Manîa Ekberî guhdarî dike mûyê canê meriv radibin û meriv naxwaze ji gotinên wê bawer bike. Di her kêliya hevpeyvînê de meriv dibîne ka li hemberî wê şideteke çawa hatiya bikaranîn û çawa hatiye bêzarkirin. Di meha Hezîrana çûyî de ji hêla Manîa Ekberî ve li ser medyaya civakî hin name hatibûn belavkirin û wê di van nameyan de digot, filma bi navê “10” ya ku weke ya Abbas Kiyarostemî tê zanîn ne ya wî ye, lê wî ev film weke ya xwe nîşan daye! Mesele tenê bi diziyê naqede, Manîa Ekberî wekî din dibêje, wî du caran destdirêjî jî kiriye li hember wê! Beriya çend mehan jî hin videoyên Kiyarostemî yên ku bi kurê xwe re şer dikir, gotinên nexweş jê re digotin û ew piçûk dixist, hatibûn weşandin. 

Derhênerekî weke Abbas Kiyarostemî ku Jan Luc Godard ji bo wî dibêje, “Sînema bi Griffith dest pê dike û bi Abbas Kiyarostemî bi dawî dibe” çawa li hember jinekê ewqas kirêt tevdigere û vê yekê ji bo xwe qebûl dike, meriv matmayî dimîne. Meriv bivênevê difikire; xwediyê wan filmên xweşik ên ku xeyalên me ber bi asoyên dûr ve dibirin jî tiştekî wiha kiribe, wê çaxê em ê bi kî bawer bibin gelo? Bingehê vê şidetê ji ku tê? Gelo dibe ku şan û şohret evê yekê bi meriv bidin kirin û ji ber van taybetmendiyan meriv karibe xwe bi her awayî baş û bi xîret nîşan bide û tiştên xwe yên kirêt jî veşêre. Ji ber ku piştî demekê, şan û şohret weke hêzekê tê bikaranîn. Aha nexweşî jî ji vir destpê dike jixwe. Ev hêz meriv dike megaloman û egoîzm ji vir êrişî kesayeta meriv dike. Tişta Kiyarostemî jî kiriye ev yek e. Ji ber vê yekê ye ku divê meriv ti carî leheng û pêşengan ji xwe re çêneke û tim bi guman nêzî insanan bibe. Heta, hewce bike divê meriv lehengên xwe bikûje jî! Ya herî baş ji bo insan ev e.

Bi nameyan sûcên Kiyarostemî eşkere dike

Heger em vegerin hevpeyvînê, Manîa Ekberî derbarê meseleyê de di nava meha Tîrmehê de ji şirketa bi navê MK2 re name şandin û ji wan xwest ku êdî filman belav nekin û weke yên Abbas Kiyarostemî nîşan nedin. Ji lewre, hemû dîmenên film ji hêla Manîa Ekberî ve hatibûn girtin û Kiyarostemî tenê ew dîmen pevxistibûn.

Manîa Ekberî di van nameyên xwe de ji şirketê re tenê behsa diziya Kiyarostemî nake, ew her wiha dibêje, Kiyarostemî du caran li hemberî wê destdirêjî jî kiriye û ew weke tacîzkar bi nav kir. Lê ji ber ku Manîa Ekberî zewicî bûye û 3 zarokên wê hebûne, hingê deng dernexistiye û xwestiye mijarê ji bîr bike. Li gorî gotinên Manîa Ekberî, beriya ku Kiyarostemî sala 2016’an wefat bike, ew bi telefonê pê re axiviye û Kiyarostemî jê re gotiye, “Min ji te hez kir lê ti xêvik bûyî û te ti carî ji min fêhm nekir.” Lê di nava wan tiştan de yên ku Manîa Ekberî behsa wan dike, hezkirin tine ye, tenê destdirêjiya bi zorê heye! Piştî mirina Kiyarostemî bi riya hin terapîst û kesên derûdora xwe, wê hêz û taqet dîtiye ku behsa van serpêhatiyên xwe bike û tiştên bi serê wê de hatine, bîne ziman.

‘Dê kes ji te bawer neke’

Manîa Ekberî derbarê vê rewşê de gelek caran hewl daye ku hin tiştan bîne ziman û bi raya giştî re parve bike lê ji ber gelek sedeman, bêdeng maye û bêdengmayîna xwe wiha tîne ziman, “Helbet li dinyayê derhênerekî mezin bû. Gelek caran ev yek anî bîra min û got, ‘dê kes ji te bawer neke!’. Ji lewma ez jî bêdeng mam. Ez weke sînemavaneke ciwan heyranê wî bûm û min ji karên wî re rêz digirt. Lê êdî ji vê serpêhatiya xwe natirsim, helbet ji navê wî jî!”

Dîmenên hazir weke ku wî girtibe nîşan dide

Manîa Ekberî got, wê ev dîmen bi kamerayeke piçûk a ku di erebeya xwe de bi cih kiriye, girtine. Wê dixwest ji bo xebateke xwe bi kar bîne û fikreke wê ya ku van dîmenan bike film ti carî çênebûye. Jixwe, kesên di filmê de cih digirin jî hemû ji malbata wê bi xwe ne. Lê piştî ku Abbas Kiyarostemî van dîmenan dibîne, dîmenan ji Manîa Ekberî digire, wan li gorî xwe disêwirîne û ji wan dîmenan filmekê derdixe holê. Tenê çend dîmenên ku Kiyarostemî paşê lê zêde dike, hene. Wekî din hemû dîmen ji hêla Manîa Ekberî ve hatine girtin. Film sala 2002’yan li festîvala Cannesê di beşa sereke de dikeve pêşbirkê û tê nîşandan. Lê Kiyarostemî li dawiyê weke derhêner navê ti kesî nanivîsîne. Tenê Abbas Kiyarostemî û Manîa Ekberî dinivîse. Her wiha navê lîstikvanên ku di filmê de cih girtine dinivîse. 

‘Ez çi bêjim bi ya min bike!’

Manîa Ekberî vê meseleyê jî wiha rave dike, “Ji min re got ‘Manîa tu jî dizanî ev film fiction e, yanî hatiye sêwirandin.’ Dema wî ev tişt got, ez matmayî mam! Ji ber ku min ev dîmen weke belge girtibûn, tiştekî wiha qet nehatibû bîra min. Wî ji min re got, ‘Deng neke, ez çi bibêjim tu bi ya min bike û tiştên dibêjim, dubare bike.’ Her wiha wî ji bo hilbijartina filmê ya ji bo Cannesê jî got, ‘Heger em nebêjin film ê min e, ew ê filmê hilnegirin festîvalê û ew ê xelatê jî negire.’ Bi vî awayî wî min tenê weke lîstikvana film nîşan da û film bi vî awayî belav kir.

Ew di vî warî de kesekî serketî bû û dizanîbû bi çi awayî tevbigere dê film were dîtin û jê were hezkirin.”

‘Bila xelk te bi min nas bike’

Manîa Ekberî beriya bi Kiyarostemî re bixebite li cem derhênereke jin a Îranî ya bi navê Mehveş Şeyxulîslamî dixebite, lê Kiyarostemî bi filma “10” wisa nîşan dide ku Manîa Ekberî bi saya wî bûye sînemavan. Lê beriya Kiyarostemî nas bike, wê ji Mehveş Şeyxulîslamî re asîstanî û derhêneriya dîmenan kiriye. Ji ber vê yekê jî Manîa Ekberî  dibêje, “Kesên weke Kiyarostemî ango deshilatiya baviksalar dikare serpêhatiya min diyar bike û çîroka min bi xwe bide destpêkirin. Ji ber ku kesî Mehveş nas nedikir, wî got, bila xelk te bi navê min nas bike, ev yek dê ji bo te çêtir be."

Manîa Ekberî sala 1974’an li Îranê ji dayîk bûye. Filmên çêdike, bêhtir derbarê nasnameyên zayendî, zewac û kurtajê de ne. Yek ji filmên wê yên herî tê zanîn jî filma bi navê “A moon for My Father (Heyvekl ji bo bavê min)” e. Film sala 2019’an hatiye çêkirin. 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.