Dixwazin xwe bi şer xelas bikin

Duşem 18 Cotmeh 2021 - 01:30

  • Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan ew çendek e ji bo tevgereke nû ya dagirkirina Bakur û Rojhilatê Sûriyê gefan dixwe. Salih Muslim dibêje,  ji ber koalîsyona AKP/MHP tengav bûye dixwazin şerekî nû bidin destpêkirin û li dijî vê jî rêya li ber Kurdan, berxwedan e.

Salih Muslim, ji bo gefên dawî yên dewleta Tirk a li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê got: “Ji bo koalîsyona AKP/MHP û çeteyan li ser lingan bihêlin, şerê xwe bi raya Tirkiyê re bidin meşrûkirin û ji bo hevdîtinên nûnerên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bisekinînin gefan dixwin.”

Muslim, anî ziman ku topavetina li hundirê Tirkiyê encama komployek mezin e û got: “Bi van lîstokan hincetan ava dikin.”

Endamê Desteya Hevserokatiya PYD`ê Salih Muslim, li ser êriş û gefên dawî yên dewleta Tirk li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê peyivî.

Gelekî tengav bûye

Muslim, bal kişand ser gefxwarinên Tayîp Erdogan a ku di pêvajoya hevdîtinên MSD û Rêveberiya Xweser de û got: ‘’Dewleta Tirk di vê demên dawî de tengav bûye. Li aliyekî de hêzên navneteweyî û gelê Sûriyê aştiyê dixwazin, kes nikare xwestekên Tirkiyê li ser Sûriyê ferz bike. Ji ber wê gefan dixwe. Çekên di destê wan de yên NATO, Emerîka û Ewrûpa ne. Heta ewên ku wî bi hêz kirî, li hember wan jî derdikeve. Hem di aliyê dîplomasî, siyasî, navneteweyî de gelekî tengav bûye û hewl dide bi şer jê derbikeve.

Koalîsyona ku di hundirê Tirkiyê de hatiye çêkirin di navbera AKP/MHP û çeteyên din yên di salên 90’î de şerê Kurdan dikirin îro hemû ji bo tunekirina Kurdan bûne yek. Ev koalîsyon encex bi şer dikare li ser lingên xwe bisekine. Ji bo wê koalîsyonê li ser lingan bihêle û şerê xwe bi raya Tirkiyê re bide meşrûkirin û ji bo ku hevdîtinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêş dikevin bi awayekî bisekinin gefan dixwin.

Ji bo derengxistina 
hilbijartinan dixebitin

Gel û partiyên siyasî bi giştî dixwazin li Tirkiyê hilbijartinên pêşwext çêbibin, lê koalîsyona desthilatdar vê naxweze. Li gor destûra Tirkiyê di madeyên  78’an de dibêje ger rewşeke şer, tevlihevî çêbibe wê demê dikarin hilbijartinan şûnde bibin. Ji bo derengxistina hilbijartinan dixebitin.” 

Komplo ne û derew in.

Muslim, diyar kir ku topavetina li hundirê Tirkiyê encama komployek mezin e ku QSD’ê tu carî êriş nebirine ser sînorê Tirkiyê û wiha axivî: “Hakan Fîdan jî bi dehan caran gotiye ku ji bo derxistina şer dikarin hincetan peyda bikin. Berê Hakan Fîdan digot em ê du kesan rê bikin bila topan biavejin, lê niha pêwîstiya wan bi du kesan jî tuneye, ji ber ku çeteyên wan li wan cihan in. Di çarçoveya peymana ku li ser 30 km jî hatiye kirin de heya niha ji aliyê QSD`ê ve tu êriş nehatiye kirin. Ji aliyê wan ve 194 caran binpêkirina peymanê hatiye kirin. Ne peyman ne jî pîvan pêk tînin. Ev daxuyaniyên wan komplo ne û derew in. Bi van lîstokan hincetan ava dikin. Li Ezazê ku du leşkerên hatine kuştin gelek hêz lê hene. Heya niha kesî negotiye me lêxistiye.  Mafê gelê me yê ku axa wan hatiye dagirkirin heye ku çalakiyan bikin. Ji ber ku dagirkeriyê kes li ser erdê xwe qebûl nake. Çalakiyên gelê me heya niha li herêmên dagirkirî berdewam dikin û ew çalakî jî xweparastina rewa ye.” 

Her du li ser vê xalê lihev dikin

Muslim, tekildarî bêdengiya hikumeta Şamê ji gefên dewleta Tirk jî got: “Beriya demekê di navbera Emerîka û Rûsya de li ser mijarên Sûriyê de gelek pirsgirêk hebûn, lê niha hemû bi hev re rûdinin û nîqaş dikin. Ev jî destê Tirkiyê teng kiriye ku bikaribe bi her duyan re bilîze. Siyaseta hikumeta Şamê li dijî Kurdan diyar e ku dibêje divê statûya Kurdan tune be. Şandeyên Rêveberiya Xweser çûn Şamê, lê derî ji wan re venekirin û nîqaş jî nekirine. Dewleta Tirk jî Kurdan qebûl nake û her du li ser vê xalê lihev dikin. Ji ber wê hikumeta Şamê xwe ker dike.  Li paş deriyê girtî de rûniştina bi Putîn û Biden re li ser Minbic û Til Rifatê tê wateya ku hin tişt hene û ji wan fêdî dikin, naxwezin raya navneteweyî bibihîze. Xwestekên pêkanîna hevdîtinên girtî ji aliyê Erdogan ve hat. Heya Erdogan wezîrên xwe nebirin hevdîtinan. Ez texmîn nakim ku Putîn hemû tiştên Erdogan qebûl kiribin. Heye ku yekî wekî Putîn li paş deriyan de firset dibîne ku jê re hin gotinan bike. Di demê kesekî  wekî Trump ji Erdogan re di nameyên fermî de dibêje nebe ehmeq gelo li pişt deriyê girtî de çi jê re gotine em nizanin. Ev hevdîtinên li pişt deriyê girtî xeter in. Berxwedana li Efrînê li hemberî hemû çekên NATO’yê bû, lê NATO xwe ker kir.  Li Serêkaniyê û Girê Spî jî heman berxwedanî pêk hat. Ev erd ne bêxwedî ne. Çi êriş çêbibe wê xwediyê vê axê berxwedaniyê bikin. Me pişta xwe nedaye tu kesî. Tevliheviyên ku li Minbicê jî çêkirin, diyar bûn.  Wê demê hêzên Rûsya û rejîma Şamê hatin gotin wê Tirk êrişî Minbicê bikin keremkin teslîmî Tirkan bikin. Tirkan got ger hûn teslîm nekin em ê êriş bikin. Kî xwedî li Minbicê derket?  Gelê Minbicê û meclisa wan ya sivîl û leşkerî xwedî lê derket. Çi êriş pêk werin wê rastî berxwedaniyek dijwar were.”  

ANHA/QAMIŞLO/CÎHAN BÎLGÎN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.