Dixwazin wesiyeta Şex Seîd bi cih bînin

Çarşem 16 Sibat 2022 - 22:18

  • Baroya Amedê û Komeleya Şêx Seîd û Hevalên Wî, ji bo tespîtkirina cihê gorên Şêx Seîd û hevalên wî, miracaetî li Wezareta Karên Hundir a Tirk kir.

Baroya Amedê û Komeleya Şêx Seîd û Hevalên Wî, ji bo tespîtkirina cihê gorên Şêx Seîd û hevalên wî, miracaetî li Wezareta Karên Hundir a Tirk kir.

Têkildarî miracaeta îdarî, li Hola Konferansan a Tahir Elçî, daxuyaniyek hat dayîn. Endamên komeleyê û parêzerên baroyê di daxuyaniyê de amade bûn. 

Serokê Baroya Amedê Nahît Eren, di daxuyaniyê de got, miracaeta wan a îdarî ne xebateke nû ye û wiha peyivî: “Ji sala 2019’an ve bi beşdariya Baroya Amedê, Komeleya Şêx Seîd û Hevalên Wî û gelek nûnerên rêxistinên civaka sivîl ên Amedê, xebateke hevpar tê meşandin.

Ji bo tespîtkirina cihên gorên Şêx Seîd û hevalên wî, me biryar da ku pêvajoyeke hiqûqî bidin destpêkirin û xebateke hevpar bikin. Di vê çarçoveyê de, hem wek endamên malbata Şêx Seîd û hem jî wek Baroya Amedê û Komeleya Şêx Seîd û Hevalên Wî, em ê bi mebesta tespîtkirina cihên gorên wan miracaetî Wezareta Karên Hundir bikin.” 

Nahît Eren da zanîn ku ev nêzî sed salan e ku cihên gorên Şêx Seîd û hevalên wî nayê zanîn û zilma bi nedayîna cenazeyên wan re hatiye destpêkirin, hêj jî didome: “Daxwaza Kurdan ew e ku cihên gorên wan bên nîşandan. Miracaeta me, hiqûqî û îdarî ye. Li gorî hiqûqê jî muxatebê me Wezareta Karên Hundir e. Kesên ku bi biryara dadgehê hatine darvekirin, her bi biryar û berpirsyariya dewletê tên veşartin.

Ji ber ku cenazeyên wan radestî malbatên wan nekirin û cihê lê hatine veşartin jî eşkere nekirine. Heke Wezareta Karên Hundir di nava mehekê de bersiva me nede, wê demê dê daxwaza me were redkirin. Heke ev agahî bi me re neyê parvekirin, em ê dozê vekin.” 

Serokê Komeleya Şêx Seîd û Hevalên Wî Mehmet Kasim Firat jî got, “Me beriya bi 96 salan cenazeyên xwe xwestin, lê nedan me. Em ê wesiyeta wî bi cih bînin. Wesiyeta Şêx Seîd Efendî ev bû; ‘Hinek pereyên min, tizbî û berçavkên min hene. Dixwazim ku hûn van radestî warîsên min bikin. Bila zarokên min gora min çêkin û tevî hevalên xwe merasîmekê bikin.' Ev tiştekî gelekî girîng e. Bila nûnerên guh bidin vî dengê me û gelê me jî xwedî li vê dozê derkevin.”

AMED

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.