Dixwazin bi Rêber Apo re hevdîtinê bikin
Duşem 25 Tebax 2025 - 03:05
Şêniyên li bajarê Çilaxa daxwaza hevdîtina Rêber Abdullah Ocalan kir û gotin: "Bêyî azadiya Rêber Apo ya fîzîkî azadiya me temam nabe û aştî li Rojhilata Navîn mîsoger nabe."
Platforma Azadî û Aştiyê ya Ewropayê 5’ê Hezîrana îsal pêngavek bi dirûşma "Ez dixwazim hevdîtinê bi Abdullah Ocalan re bikim" dabû destpêkirin. Pêngav dewam dike û bi eleqeyek mezin ji aliyê siyasetmedar, kesayetên welatparêz, rewşenbîr, siyasetmendar û pêkhateyên cuda yên gel ve tê pêşwazîkirin.
Şêniyên bajarê Çilaxa yê kantona Cizîrê jî diyar kir ku ew dixwazin bi Rêber Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin.
Salih El Yesarî got: "Em daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan dikin, ji ber ku ew dengê aştî û azadiyê li Rojhilata Navîn e. Heya ew girtî be, ne mumkin e aştiyeke rasteqîn li herêmê pêk were."
Medîne Mihemed a ji Efrînê koçberî Çilaxa bûye jî destnîşan kir ku bêyî azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan aştî û azadî bê wate ne û got: "Gelek caran em ji erd û bajarên xwe hatin koçberkirin, lê me dest ji xeta Rêber Abdullah Ocalan berneda. Em dixwazin wî azad li nav xwe bibînin. Bêyî azadiya wî aştî û azadî bê wate ne."
Şêrwan Sefo daxwaza hevdîtina bi Rêber Abdullah Ocalan re û azadiya wî ya fîzîkî kir û ev li gotinên xwe zêde kir: "Bêyî azadiya Rêber Apo ya fîzîkî azadiya me temam nabe û aştî li Rojhilata Navîn mîsoger nabe."
ANHA/QAMIŞLO