Şêniyên Dêrikê dan zanîn ku dîtina Rêber Abdullah Ocalan ji wan re bûye daxwazeke sereke û gotin:” Ji bo azadiya wî pêk were çi ji me were xwestin em ê bikin.”
Şêniyên bajarê Dêrikê têkildarî pêngava navneteweyî ya bi dirûşma "Ez dixwazim bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin" ya ku destpêka Hezîranê ji aliyê Foruma Azadî û Aştiyê ya Ewropayê (EFFP) ve hatiye destpêkirin, nêrînên xwe parve kirin.
Fatima Hemîd got: “Azadiya Rêbertî azadiya jinan û tevahiya gelan e, loma dîtina wî ji me re xewnek e ku em hewl didin pêk bînin. Ji kêliya dîlgirtina wî û heya îro daxwazên me yên azadiya wî nesekinîne.”
Îzet Hemîd got: “Dîtina Rêber Abdullah Ocalan hesretek di dilê me de ye. Ji bo azadiya wî pêk were çi ji me were xwestin em ê bikin.”
Muna Hesen jî got: “Rêber Abdullah Ocalan sembola aştî û azadiyê ye. Rêbertî ji bo tevahî netewe û gelan têkoşînê dike. Divê hevdîtin pê re were kirin.”
Her wiha Elî Orêl jî got: “Ez dixwazin hevdîtinê bi Rêbertî re bikin. Projeya wî xizmeta tevahî gel û rengan dike. Ji girava Îmraliyê çirûskên xwişk û biratiya gelan û jiyana hevbeş derdikevin.”
ANHA/QAMIŞLO