Komên Çep a Yekbûyî ya Ewropayê/Çep Kesk a Skandînavyayê (GUE/NGL) ên li Parlamenta Ewropayê daxuyanî dan û bang kirin ku li dijî rejîma Erdogan helwest bê nîşandan.
Daxuyanî bi navê Hevserokê Koma GUE/NGL Martîn Schîrdewan hate dayin û bang li komên li Parlamenta Ewropayê hemûyan û Serokê parlamentê Davîs Sassolî hate kirin û hat gotin, êrişên li ser HDP'ê êrişên li dijî demokrasiyê ne.
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku êşkence, zext li parlamenterên HDP'ê tên kirin û hate diyarkirin ku mafê destnedana parlamenteriyê ya wekîlan bênavber tê betalkirin, bi sûcdariyên bêbingeh û derewîn cezayê girtîgehê li parlamenteran tê birîn û hate bibîrxistin, ku zextên dawî bi taybetî piştî biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ya li ser Selahattîn Demîrtaş dest pê kir.
Schîrdewan bang li Serokê Parlamenta Ewropayê Davîd Sassolî kir û got, "Divê Serok Sassolî ji bo Kurdan bikeve nava liv û tevgerê û bi navê Parlamenta Ewropayê êrişên Erdogan mehkûm bike."
ANF/BRUKSEL