Xwepêşandan û çalakiyên gelê Rojhilatê Kurdistan û Îranê nêzîkî 5 mehan e berdewam dike.
Li bajarê Abdanan ê parêzgeha Îlam a Rojhilatê Kurdistanê, malbatên xwepêşanderên girtî yên vî bajarî ku piranî keç, xwişk, dayîk û hevserên girtiyan bûn, li ber Dadgeha Abdanan kombûn û daxwaza berdana girtiyan kirin. Hêzên dewletê ji bo belavkirina malbatên girtiyan, şîdetek tund bikaranî û êrişî malbatan kirin.
Cotkaran dest bi grevê kir
Li bajarê Xaş yê parêzgeha Sîstan û Belucistanê, xwepêşanderan li dijî girtina Şêwirmendê Melayê Mizgefta Mezin a Zahîdanê Mewlewî Ebdulhemîd, Mewlewî Ebdulmecîd Murad Zehî, çalakî li darxistin û daxwaza tavilê berdana wan kirin.
Heman demê de li bajarê Esfehan û Ehwaz jî gelek cotyar û karker ji ber bi cih neanîna daxwazên wan, dest bi meş û grevê kirin.
Êrişî xelkê nekir, hat cezakirin
Li bajarê Tehranê leşkerê bi navê Kemal Ebdula Zade ji ber ku di dema xwepêşandanan de, di dîmenekê de dibêje ne amadeye ku gule li xwepêşanderan bi barîne, bi tometa ‘hewldana li dijî asayîşa welat’ 5 sal û 8 meh cezayê girtîgehê lê hat birrîn.
Girtiyan bersiva Mûsewî da
4’ê Sibatê Serokê girtî yê Tevgera Kesk Mîr Hisên Musewî pêşniyar kir ku ji bo guhertina desthilatê, referandum were kirin û destûrek nû li ser vê armancê were amadekirin. Piştî banga Mîr Hisên Musewî, 7 girtiyên siyasî ku hinek ji wan berpirsên berê yên hikûmeta Îranê ne, bersiv dan pêşniyara Mîr Hisên Musewî û gotin: “Yekane rêya rizgariya welat ew e ku desthilatdar, mafê gel yê xwe bi xwe diyarkirina qedera xwe, bipejirîne.”
NAVENDA NÛÇEYAN