- Berdevkê Siyaseta Derve ya Koma Parlamenê ya Partiya Keskan Jürgen Tritten, li ser êrişkariya dewleta Tirk a li dijî Rojava got, “Em siyaseta derve ya dewleta Tirk a êrişkar bi biryardarî red dikin. Em careke din dagirkirina hin herêmên Bakurê Sûriyê şermezar dikin.”
Nerazîbûna ji êrişên dewleta Tirk ên li dijî Rojava û Başûrê Kurdistanê li derdorên siyasî yên Ewrûpî xwe baş dide bihîstin. Nexasim li Elmanyayê ji şirîkên koalîsyona sêalî rayedarê û siyasetvanên Partiya Keskan û Partiya Lîberal a Elman (FDP) helwêsteke zelal nîşan dan û êrişên dagirkeriyê eşkere şermezar kirin.
Parlamenter, senator, şaredar, û gelek siyasetvanên din ên ji welatên weke Îtalya, Swêd, Elmanya, Awusturyayê êrişên dewleta Tirk ên li dijî bajar û navçeyên Rojavayê Kurdistanê Dêrik, Dirbêsiyê, Ebû Rasên, Kobanê, Til Rifet, Şehba û Başûrê Kurdistanê rûreş kirin.
Keskan got bi PKK´ê re rûnin
Berdevkê Siyaseta Derve ya Koma Parlamena Federal a Partiya Keskan Jürgen Tritten û endamê Komîteya Karên Derve ya Parlamenê ê ji meseleya Tirkiyeyê û mafê mirovan berpirs Max Lucks, li ser navê koma Partiya Keskan a li parlamena federal daxuyanî dan. Wan ji bo êrişan got, “Di hiqûqa navneteweyî de cihê wan nîne” û bang li civaka navneteweyî kir da ku êriş “tavilê bên sekinandin”.
Wan di daxiyaniyê de wekî din got, “Êrişên hêzên hewayî yên Tirk ên li dijî hêzên QSD´ê yên li Bakurê Sûrî û çeperên PKK´ê yên li Bakurê Iraqê, hiqûqa navneteweyî binpê dikin. Hewldana rewakirina mafê bersivdayîna êrişa li Stenbolê, bawerî bi wan nayê û derveyî mijarê ne. Tirkiye şirîkeke muhim a NATO´yê ye û ji ber vê jî ev yek li ser wê ferz dike ku li siyaseteke pirr alî ya derve û ewlekariyê vegere. Ji ber şerên navneteweyî, em siyaseta derve ya hikûmeta Tirk a êrişkar bi biryardarî red dikin. Em careke din dagirkirina hin herêmên Bakurê Sûriyê şermezar dikin. Di dema dirêj de ev operasyonên leşkerî wê xef nekin ku serokkomar [ê Tirk] Erdogan û hikûmeta AKP-MHP´ê di bin zexteke giran a ji hundir de ne. Pirsgirêka Kurd a ku bi dehan salan e dewam dike, tenê bi muzakereyên di navbera Tirkiye û PKK´ê de dikarin bên çareserkirin.”
Dengê ji FDP´ê jî êriş şermezar kir
Endamê meclîsa federal a Elman, ê ji FDP´ê û berdevkê koma FDP´ê li meclîsa federal Ulrich Lechte jî di ser twitterê re êriş şermezar kir: “Erdogan hiqûqa navneteweyî binpê dike û êrişî herêmên Kurd ên li Sûrî û Iraqê dike. Di heman demê de bajarê Kurdan ê li Îranê Mehabad tê dagirkirin. Di her du rewşan de jî îhtîmala zirarên mezin ên li sivîlan bibin heye. Ez vê kirina bê fikr û îzan şermezar dikim: Divê êdî em berê xwe bidinê û zend û bendan vemalin.”
NAVENDA NÛÇEYAN