- Komîserê berê yê Mafê Mirovan ê Komîsyona Ewrûpayê yê Swêdî Thomas Hammarberg got: Ev tiştên qewimîn, weke hewldanekê ne ji bo ku dîktatorekî mîna Erdogan di hilbijartinan de bi ser bikeve. Bi rastî jî rewşeke welê ye ku bike mirov ji xwe gelekî şerm bike.
ŞINOYÎ MENDAN/STOCKHOLM
Siyasetvan û parazvanên mafê mirovan ên navdar ên Swêdî bi semînerekê got, Erdogan bazara ji bo endametiya Swêdê ya NATO'yê veguherandiya propgandaya xwe ya ji bo hilbijartinê û bang li hikûmeta Swêdê û aliyên siyasî kirin da ku “serê xwe li ber Erdogan netewînin”.
Li paytexta Swêdê, Stockholmê bi pêşengiya Olof Palme Center (Navenda Olof Palme) bi navê “Swêd, NATO, Tirkiye û Kurd” semînerek hat organîzekirin. Di semînerekê de mijar ew bû ku Tirkiyeyê di berdêla endametiya Swêdê ya NATO'yê de bazarê li ser Kurdan dike. Mijara semînerê her wiha tawîzên Swêdê di vê bazarê de dayîn Tirkiyeyê ne jî. Cihgirê berê yê Wezîrê Karê Derve û hevrêyê Olof Palme, Pierre Schori, Komîserê Berê yê Mafê Mirovan ê Konseya Ewrûpayê Thomas Hammarberg û gelek siyasetvan, parazvanên mafê mirovan û rojnamevan tevlî semînerê bûn.
Ji reşkujiya Palme ve
Dîplomatê Swêdê Pierre Schori yê ku wextekê sefîrê Swêdê yê li Neteweyên Yekbûyî bû, got, ji serdema Palme ve siyaseta krîmînalîzekirina Kurdan û “bi tehlûke dîtina wan” dewam dike û wiha peyivî: “Di bazarên bi NATO'yê re yan jî bi Tirkiyeyê re weke di reşkujiya Palme de deq û demxa ‘teror’ê li Kurdan dixin. Swêd dixwaze bibe endama NATO'yê, ne ku bi Tirkiyeyê re bibe yek. Weke parazvanên mafê mirovan divê haya me ji vê hebe. Li hemberî gefxwarinên Erdogan, ji bo Kurdan û ji bo demokrasî û mafê mirovan li Tirkiyeyê, divê bereyeke demokrasiyê were avakirin.”
Êdî dema çalakkirina komîteyê ye
Thomas Hammarberg jî got, muhim e li dora Kurdan mirov bibe yek û wiha dewam kir: “Di bazara NATO'yê de êrişê li dijî demokrasiya Swêdê dibin, lê tehlûkeya esas li ser Kurdan e. Ji bo parastina Kurdan êdî wext e ku Komîteya Parastina Mafê mirovan a Kurd ji nû ve were çalakkirin.” parlamenter û hunermendên navdar ên Swêdê komîte sala 1989'an damezirandibû.
Hewldana bi ser xistina dîktatorî!
Thomas Hammarberg bal bire ser nazikbûna pêvajoyê, nerazîbûn ji tawîzên Swêdê dan Tirkiyeyê nîşan da û got, “Her tişt weke li ser pira selatê be. Ev tiştên qewimîn, weke hewldanekê ne ji bo ku dîktatorekî mîna Erdogan di hilbijartinan de bi ser bikeve. Bi rastî jî rewşeke welê ye ku bike mirov ji xwe gelekî şerm bike. Hikûmetê dît ku xeletiyeke mezin kiriye. Dawiya daxwazên Erdogan wê neyê. Erdogan dizane em dixwazin bibin endama NATO'yê û vê jî îstîsmar dike.
Partiya duyem a mezin a muxalefetê û alîgirîn wê ji ber rejîma Erdogan nikarin ti karî bikin. Tevahiya şaredariyan hatin desteserkirin. Swêd bi kesekî welê re bazarê dike, bi rastî jî ev tiştekî welê ye, divê mirov ji xwe şerm bike.”
Çavên Erdogan têr nabin
Nivîskar û rojnamevan Kurdo Baksî jî serokkomarê Tirk Erdogan şiband dara li deverên Efrîka û Asyayê yên tropîkal a bi navê Baobab û got, “Hûn vê darê çiqasî av bidin jî, ew her tî ye. Erdogan jî zilamek e 185 santîmetreyan dirêj e û hûn her daxwaza wî bi cih bînin jî, ew her tî û birçî ye.”
Baksî got, “Erdogan bazara Swêdê ya bi NATO'yê re hewl dide veguherîne propagandaya hilbijartinê. Dibêje, em ji Swêdê 100 yan jî 150 kesan dixwazin. Di nava wan de gelek Kurd hene û hemû niha di nav tirsê de ne. Lazim e Swêd serê xwe li ber daxwazên Erdogan netewîne.”