Divê statuya gelan bê nasîn

Duşem 3 Sibat 2025 - 03:10

Cigira Hevserokatiya Giştî ya DEM Partî Ozlem Gunduz derbarê hevdîtinên bi Rêber Abdullah Ocalan re û êrişên li ser Rojava de axivî. Ozlemê got 10 sal berê bi êrişa çeteyên DAIŞ’ê re şerekî mezin li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê derketiye û got:“Çawa ku beriya 10 salan zîhniyeta çavsor êrişî gel û jiyana li wir kir, îro jî heman zihniyet heman êrişan berdewam dike. Em dikarin bibêjin ku dewletan nikarîbûn li hemberî van êrişan li ber xwe bidin, lê gelên li wir bi pêşengiya jinan berxwedaneke ku wê ji cîhanê re bibe mînak nîşan da. Ev şerekî ku bi salan e didome. Ev dîzaynkirina Rojhilata Navîn a modernîteya kapîtalîst e û em encamên vê dîzaynê dibînin. Bi vê yekê re, şer herî zêde li ser herêmên ku kurd lê dijîn tê meşandin. Dîzaynek li ser kurdan heye. Ev şerê wan welatan e ku hebûna Kurdan qebûl nakin, hebûna wan nas nakin, nikarin piştguh bikin jî. Tirkiye jî di nava vî şerî de ye. Tirkiye bi awayekî hewl dide ji xwe re parekê bi dest bixe." Ozlem Gunduz diyar kir ku bi hiştina rêveberiya Sûriyeyê ya ji HTŞ’ê re, zîhniyeta 10 sal berê ji nû ve rû daye û got:’’Desthilatdariya ku di têkoşîna jin, ciwan û hêzên demokratîk ên li Tirkiyeyê de asê maye, di dîzaynkirina Rojhilata Navîn de jî ji bo xwe di lêgerîna rolê de ye. Di desthilatdariyê de rastiyek heye ku dibêje dema ku em di nava tengasiyê de ne, ez çawa dikarim ji vê para xwe bigirim?”

Divê mercên wekhev hebin

Ozlem Gunduz balkişand ser hevdîtinên bi Rêber Abdullah Ocalan re û got:“Pisgirêka Kurd êdî her kesî eleqeder dike. Di esasa hemû pirsgirêkan de ev heye. Divê aştiyeke hebe.  Bi salane ev peçûn heye. Li gel vê hewldanên çareseriyê hene. Di vî alî de rola Birêz Ocalan girînge. Vê di hevdîtinande jî dibêje. Behsa tifaqek stratejîk a gelê Kurd û Tirk tê kirin. Bi israr li ser jiyana wekhev a gelan disekine. Ji bo em bêjin ku pêvajoyek heye divê tavilê şert û mercên Birêz Ocalan bên başkirin û wekhevî hebe. Li Tişrînê sivîl tên bombebarankirin. Tu Kurd vê qebûl nakin. Ger em behsa parastina mafê Kurdan bikin divê statuya gelên Rojava bên nasîn û destkeftiyên wan bên parastin. Ji bo ev pêvajo veguhere pêvajoya aştiyê divê gavên şênber bên avêtin.”

JINNEWS/AMED

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.