Divê Şera zilma li ser Rojava bipejirîne

Çarşem 4 Sibat 2026 - 03:47

Peymana di navbera HSD û Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê de di 2’yê Sibatê de kete meriyetê, geşedanên li herêmê di çapemeniya cîhanê de cî girt.

Peymana ku di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Hikûmeta Şamê de li ser misogerkirina nasname, statu, zimanê dayikê û mafê parastînê pêk hat, di 2’yê Sibatê de kete meriyetê. Geşedanên têkildarî peymanê û rola Tirkiyeyê di çapemeniya cîhanê de cî girt.

Rojnameya The Jerusalem Pos a li Îsraîlê, nûçeyek bi sernavê “Hikûmeta Şamê bi girtinan hewl dide baweriya Kurdan pê were, lêbelê divê Şera zilma li Rojava qebûl bike” û di nûçeyê de wiha hate gotin: “Her çendî ku rapor nîşan bide ku endamê Artêşa Sûriye ya Ereb yê ku bi awayekî hovane şervanek SDG’ê qetil kiribû û keziyên wê birîbû, hatiye girtin, Kurd hêj çaverê ne ku tundiya hatiye kirin bê qebûlkirin.”

Gotarek din a di rojnameya Teh Jareusalem postê de, bal hate kişandin ser berdana DAIŞ’iyên ku ji aliyê HTŞ’ê ve hatine berdan. Di nivîsê de hate destnîşankirin ku ne Sûriye bi tenê welatên derdor jî dê ji vê qetereyê bi bandor bibe û ev tişt hate gotin: “Dive Îsraîl li Sûriyeyê ne tenê cîhadîstên bi serbestî tev digerin lê hêzên ku welat kontrol dikin jî bi awayekî zelal bibîne. Tirkiye bi îslamîstên cîhadîst re di nava têkiliyek nêz de ye û ji ber vê ne bi fikar e.”  

Rojnameya Público ya li Îspanyayê, nivîsek bi sernavê “Modela du dewletî, hedefên Tirkiyeyê û guherîna aliyê DYA’yê: Xalên bingehîn ên li ser rewşa Rojava” weşand. Di nûçeyê de têkildarî daxuyaniyê Serokê Komîyona Parastinê ya Meclisê Hulusî Akar ev tişt hate diyarkirin: “Ji bo famkirina polîtîkayên Enqere yên Kurdistanê ev perspektîf e. Mustafa Kemal Ataturk, piştî avakirina netewe deweleta Tirk, Tirkiyeyê beşekî ji axa Sûriyeyê wekî axa xwe dîtiye û dagir kiriye. Bi heman mebestê dewleta Tirk jî  bi israr li dijî serxwebûna Kurdistanê derdikeve. Ji ber ku nikare bi awayekî qanûnî li Sûriyeyê tiştekî bike, herêmên sînor ên di navebra her du dewletan bi awayekî fîîlî dagir dike.”

Ajansa Associated Press (AP) a li DYA’yê nûçeyak bi sernavê “Hêzên Wezareta Hundir a Sûriyeyê, di çarçoveya peymana bi HSD’ê ya bi serkirdeyatiya Kurdan, kete bajarekî” weşand û di nûçeyê de hate desetnîşankirin ku di çarçoveya cîbicîkirina peymana di navebera HSD û Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê de, şandeyek ji Wezareta Karên Hundir a Sûriyeyê derbasî bajarê Hesekê bû.

Heman geşedan di platforma Boursorama ya Fransî; Agenzia Nazionale Stampa Associata (ANSA) ve Gazzetta di Parma ya Îtalî; Agenzia Nova ya Spanî û di gelek ajans û rojnemeyan de cî girt.

MA / ENQERE

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.