Divê qanûna 6284'an bê parastin

Sêşem 26 Mijdar 2024 - 02:10

Parêzer Elîf Musluoglu da zanîn ku piştî betalkirina Peymana Stenbolê destê gumanbaran xurt bûye û got divê qanûna 6284'an a di meriyetê de ye bê parastin.

Peymana Stenbolê di 11’ê Gulana 2011’an de hat îmzekirin. Lê Tirkiye di 1’ê Tîrmeha 2021’ê de bi biryarnameya serokomar ji Peymanê vekişiya. Piştî fehskirina Peymana Stenbolê tundiya li ser jinan zêde bû û girêdayê peymanê qanûna 6284'an ya di destûra bingehîn de cih digire jî di bin xetereyê de ye.

Parêzer Elîf Musluoglu der barê feshkirina peymana Stenbolê û qanûna 6284'an de nirxandin kir.

Destê gumanbaran xurt kir

Elîf Musluoglu da zanîn Peymana Stenbolê ji bo hişmendiya civakî girîng bû û wiha dirêjî dayê: “Parêzvanên mafê jinan û saziyên civakî ji bo parastina Peymana Stenbolê kampanya dane meşandin lê desthilatdariyê peyman hedef girt. Yên peyman parastin jî hedef girtin. Pêknehatina qanûnan di mijara têkoşîna jinan de astengî afirandiye. Qanûna 6284'an di mijara pêşîgirtina tundiyê de bi bandor lê di mijara pêkanînê de qels man. Fehskirina Peymanê gumanbar xurt kirin. Qelsiya daraza ceza ava bû û mekanîzmayên hiqûqî yên der barê tundiya li ser jinan kêm bûn. Tundiyê destê gumanbaran xurt kir.”

Divê tedbîr bên girtin

Elîf Musluoglu di dewamiyê de daxuyakirin ku di sererastkirinên qanûnî de şûnde gavavêtin, qanûna 6284'an pêk nehatiye û tedbîrê parastinê qels mane û wiha got: “Ji ber van pirsgirêkan jinan nikaribûn mafên xwe bi kar bînin. Newekheviya zayendî mayînde bû.Tundiya li ser jinan her çû zêde bû. Divê tedbîrê ku qanûnan diparêzin bên girtin. Her wiha di çapemeniyê de divê zimanekî berpirsyarî bê teşwîqkirin.”

JINNEWS/ÎZMÎR

parvê bike

Nûçeyên ku dikare bala we bikşîne

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.