Vekişandina dewleta Tirk a ji Peymana Stenbolê li Ewrûpayê jî tê protestokirin. Dawiya hefteyê li Parîs, Bern, Basel, Bielefeld û Darmstadtê, bi çalakiyan xwedî li têkoşîna jinan hat derketin û vekişîna ji peymanê ya dewleta Tirk hat rûreşkirin.
BERN: Li paytexta Swîsreyê Bernê, Meclîsa Jinan a Mizgînê ya Bernê, Meclîsa Jinan a Bernê ya SYKP’ê, Kolektîfa Bernê ya Greva Jinan û Kolektîfa Jinan a Bernê ya Greva Îklîmê û jinên koçber jî di nav de gelek jin li Bahnofplatzê hatin ba hev.
Meclîsa Jinan a Mizgînê ya Bernê di çalakiyê de daxuyanî da û got, “Divê Tirkiye dîsa vegere li Peyama Stenbolê. Em vê biryara li dijî demokrasiyê qebûl nakin û em ê li dijî polîtîkayên qirker ên feraseta mêrserwer têbikoşin.”
BASEL: Li bajarê Swîsreyê Baselê, Meclîsa Jinan a Ronahî, Jinên Ciwan ên Têkoşer û jinên SYKP’yî jî nav de, jin li Barfusserplatzê kom bûn. Li ser navê saziyê beşdar daxuyanî hate dayîn û hate gotin “Em ê piştgiriyê bidin jinên girtî û jinên ji bo mafên xwe dadikevin kolanan.”
PARÎS: Li paytexta Fransayê Parîsê, jin li Meydana Les Hallesê kom bûn û biryara Erdogan a vekişîna ji Peymana Stenbolê protesto kir. Qisekeran got, “Sala 2020’an ji 300’î zêdetir jin hatin kuştin. Vê biryara Erdogan ji bo xurtkirina civaka mêrserwer û dijminatiya jinan dike, gaveke siyasî ye.”
DARMSTADT: Li bajarê Elmanyayê Darmstadtê, Komeleya Jinan Rozayê, tevî rêxisinên jinan ên Elman û Tirk, bi çalakiyekê biryara vekişîna ji peymana Stenbolê protesto kir. Di mîtînga li Luisenburgê bû û li vir jinan got, rejîma Tirk jinan dike hedefa êrişan. Di sloganan de jî hat gotin, Erdogan jinkuj e.
BIELEFELD: Li Bielefeldê Kurd û rêxistinên wan jî di nav de 13 rêxistinan Erdogan û hikûmeta Tirk rûreş kir. Çalakî li ber Stasyona Trênê ya Sereke a bajrê li dar ket. Siyasetvanê Kurd Osman Ergin li vir zextên li dijî HDP´ê jî rûreş kirin. Jinan di çalakiyê de pankartên li ser wan nivîsandî “Peymana Stenbolê mafê jinan e, em jêvekişînê qebûl nakin”, “Jin li dijî Erdogan in”, “Ji Şengalê re statu”, “Erdogan rawestînin” hilgirtin. Jin paşê meşiyan. Çalakgerên Kurd di dema meşê de doza azadiya girtiyên siyasî û ya Rêber Abdullah Ocalan kir.
NAVENDA NÛÇEYAN