Divê piştgiriyê bidin

Sêşem 19 Mijdar 2024 - 00:20

Piştî ku DAIŞ`ê herêmên berfireh ên Iraqê kontrol kirin û bi sedan komkujî li dijî gelê Iraqê kirin, bi hezaran malbatên Iraqî koçberî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bûn. Rêveberiya Xweser kampa Hol ji wan re veqetand û alîkariya pêwîst pêşkêş dike. Piştî rizgarkirina herêmên Iraqê ji çeteyên DAIŞˈê gelek malbat vegeriyan warê xwe. Lê bi hezaran malbat hîna li kampê ne û ji ber danûstandina ne baş û pirsgirêkên eşîrî newêrin vegerin warên xwe.

Îhab Xelîl ji herêma Remadiye ya Iraqê ye got:"Penaberên Iraqî dixwazin vegerin welatê xwe. Lê bi fikar in gelo wê hikumeta Iraqê pirsgirêka wan çareser bike an na?"

Li gorî Îhab Xelîl, pirsgirêkên eşîrî li Iraqê hene û penaber jê bi fikar in, şaneyên DAIŞ`ê li Sûriye û Iraqê hene lewra penaber newêrin vegerin.

Elî Seed jî bang li civata navneteweyî kir ku desteka pêwîst ji wan re pêşkêş bike û got:"Civata navneteweyî rewşa kampê  ya ku bi hezaran malbatên iraqî lê hene paşguh dike."

Zeyneb El Cabrî ya ji bajarê Besra yê Iraqê diyar kir ku civata navneteweyî pirsgirêkên wan ên vegera ewle ya li warê xwe çareser nake û hem jî desteka pêwîst pêşkêşî Rêveberiya Xweser nake da ku kêmasiyên li kampê yên wekî tenduristî û xwarinê çareser bibin.

Hin rêxistinên navneteweyî destekeke sînordar ji niştecihên kampê re pêşkêş dikin, lê berpirsên kampê diyar dikin ku ev destek têra 40 hezar kesên li kampê nake.

ANHA/RÊNAS REMO

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.