Divê pişgirî ji bo yekîtiyê bê dayin

Şemî 25 Çile 2025 - 02:45

Hevserokê berê yê PYD’ê Salih Muslim, têkildarî êrişên Tirkiyeyê yên li ser herêmê û geşedanên li Kurdistanê da zanîn li dij êrişan yekîtiya neweta Kurd girîng e û got:”Xebatên yekitiya neteweyî dewam dikin. Divê piştgirî bê dayin.”

Hevserokê berê yê Yekitiya Partiya Demokrat (PYD) Salih Muslim, êrişên Tirkiyeyê yên li ser herêmê û geşedanên li Kurdistanê nirxand.

Yekitiya Neteweyî ya Kurd

Salih Muslim têkildarî hevdîtina Mazlûm Ebdî û Mesût Barzanî destnîşan kir ku yekitiya neteweyî ya Kurd pir girîng e û wiha got: “Me her tim qala yekitî û yekrêziya Kurdan dikir. Lê daxwaza me ya yekitiyê ji aliyê PDK’ê ve her tim bi neyînî dihat bersivandin. Lê vê carê piştî bangawaziyan hevdîtin pêk hatin. Ew hevdîtin bêguman ji bo yekitî û yekrêziya Kurdan girîng e. Di hevdîtinê de jî gotibûn pirsgirêka Rojavayê Kurdistanê pirsgirêka hemû Kurdan e. Divê piştgirî bê dayin. Pêşniyarên xwe jî ji hev re kirin e. Ji bo partiyên Kurd Mazlûm Ebdî qebûl bikin û bi pêşengiya wî ji hikumeta Şamê re hevdîtinan bike. Li ser vê yekê soza piştgiriyê dabûn. Hevdîtin bi her awayî baş bû. Xebatên yekitiya netewî jî berdewam dikin.”

Tirkiye li pêşiya agirbestê asteng e

Salih Muslim diyar kir ku Tirkiye li pêşiya agirbestê asteng e û got: “Amerîka ji bo agirbestek li herêmê pêk bê xebatan dimeşîne lê Tirkiye agirbestê naxwaz e. Amerîda çiqas hewlda jî ew agirbesta ku dihat xwestin pêk were ji aliyê Tirkiyeyê vê hat astengkirin. Lê piştî avabûna hikumetê li Amerîkayê tê texmînkirin ku wê ji êrişên Tirkiyeyê re bêjin bes e. Sedama wê jî ne ji bo xatirê me ye. Naxwazin şerê li dijî DAIŞê rawest e.”

Êrişên li er bendava Tişrînê

Salih Muslim bi lêv kir ku êrişên li ser Bendava Tişrînê xetereya karesatekê mezin bi xwe re tînê û wiha pê de çû: “Bendava Tişrînê hem ji aliyê dabînkirina pêdiviya avê ya herêmê û hem jî ya ceyranê xwedî taybetmendiyekê ye. Ji bo jiyana mirovên herême cihekî gelekî girîng e. Tirkiye jî dixwaze bendavê derbas bike yanî rê vebike. Armanc ew e ku derbasî vî aliyê Firatê bibin. Ji ber wê jî şerekî dijwar heye. Heke hêzeke navneteweyî were herêmê û parastina bendavê bike wê gelekî baş bibe ji bo rawestandina êrişan. Jixwe pêşniyareke me jî hebû ku ji bo parastinê hêzeke navneteweyî were. Lê ya herî girîng ew e ku Tirkiye demildest êrişên xwe û piştevaniya xwe ya ji bo çeteyan rawestîne.”

Hevdîtinên Îmraliyê

Salih Muslim derbarê hevdîtinên bi Rêberê PKKê Abdullah Ocalan de jî anî ziman ku Tirkiye di xwestekên xwe de nedirûst e û wiha got: “Em jî weke gelê Rojavayê Kurdistanê hevdîtinên ku bi birêz Abdullah Ocalan re pêk tên bi kêfxweşî pêşwazî dikin. Li vir çavê me jî li wan hevdîtinan e. Heke pirsgirêka Kurd bi awayekî diyalogê li Bakurê Kurdistanê çareser bibe êrişên li ser Rojava jî wê kêm bibin. Ji ber wê yekê em jî bi hêvî ne ku bi Rêbertiyê re diyalogek çêbibe. Lê ji aliyê din vê jî gumanên me hene. Gumana me ew e ku pêvajoya derbas bûyî careke din dûbare bikin. Wê demê jî qala aştiyê û çareseriyê dihat kirin. Di xwestekên xwe de ne dirûst in ji ber vê yekê em bi guman nêzîk dibin.”

AJANSA WELAT/NAVENDA NÛÇEYAN 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.