Divê PDK xwe ji Tirkiyê rizgar bike

Çarşem 31 Çile 2024 - 01:45

Mesûd Barzanî di 28’ê çileyê de li mala xwe ya li navçeya Pîrmam a li Hewlêrê bi Serokê MÎT’a Tirk Îbrahîm Kalin re hevdîtin kir. Nêzî hefteyekê ye ku Kalin li Iraq û Herêma Kurdistanê bi derdorên cuda re hevdîtinan dike. Hat zanîn ku di hevdîtina Kalin û Barzanî de êrişên li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşînê û rêveberiya nû ya Kerkûkê hatine nîqaşkirin.  

Li gorî nûçeya Rojnewsê; piştî hevdîtina Kalin-Barzanî, PDK’ê hevdîtinên xwe yên li gel YNK’ê yên têkildarî diyarkirina rêveberiya Kerkûkê da sekinandin. Dihat payîn ku PDK û YNK 31’ê Çileyê bi rojeva Kerkûkê bicivin. Lê belê ev hevdîtin li ser fermana Mesûd Barzanî hatiye betalkirin. Di nûçeyê de hat diyarkirin ku Kalin di hevdîtinê de ji Mesûd Barzanî re gotiye; “Em naxwazin PDK li gel YNK’ê rêveberiya Kerkûkê diyar bike.” 

Dewleta Tirk provokasyonan dike

Cîgirê Serokê Akademiya Demokrasî û Siyasetê ya li Herêma Federe ya Kurdistanê Dr. Kamûran Berwarî têkildarî rewşa li Başûrê Kurdistanê axivî. Berwarî, anî ziman ku li Rojhilata Navîn û Kurdistanê pêvajoyeke gelek girîng diqewime û got: “Hewl didin pevçûnên li Rojhilata Navîn veguhêzin Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Iraqê. Tirkiye ji bo ku li her du herêman hedefên xwe pêk bîne, gelek planan çêdike. Ji bo vê jî gelek hewldanên provakatîf dike. Dibe ku li hêzên leşkerî yên PDK’î, noqteyên ewlehiyê û li sivîlan jî bixe. Armanca ji vê jî ew e ku di navbera PDK û gerîlayan de şer derxîne. Heta rayedarên Tirkiyeyê gefa ‘Heke hûn bi gerîlayan re şer nekin em ê Deriyê Sînor ê Halîl Îbrahîm bigirin.’ Li PDK’ê dixwin. Ji hêla leşkerî, aborî û siyasî ve jî zextan dike. Ji bo vê jî çendek hevdîtinan dikin.” Berwarî bal bire ser danezana ku hêzên Zerewan ên PDK’ê êrişî HPG’iyan bikin û got:“Demekî kin piştre ev danezan hate derewandin lê du roj piştre kete pratîkê û êriş kirin. Bi rastî jî naveroka wê danezanê cihê fikaran e. Divê tevahiya gelê kurd li dijî vê derkeve. Divê PDK’ê vê mijarê zelal bike. Heke ev kiribin, ev yek îlana şer e. Hêvîdarim ku PDK bi berpirsyartî tevbigere û nekeve nava xeletiyeke wiha dîrokî.” 

Divê tavilê hêzên Tirk bên derxistin

Berwarî, got ku Tirkiye hewl dide berê PDK û hêzên HPG’ê bide hev û got:“Dixwazin tevahiya destkeftiyên kurdan tune bikin. Lewma divê PDK baş fêm bike ku ev şer ne li gorî berjewendiyên gelê me ye. Heke şerek derkeve wê dawiya wan jî bê. Divê PDK xwe ji Tirkiyeyê xelas bike. Divê nehêle Tirkiye wê araste bike û zextê lê bike ku bikeve nava şer. Divê PDK dev ji pratîkên xwe berde û guftûgoyê bi rayedarên KCK û PKK’ê re pêş bixe. Divê xwe ji tora Tirkiyeyê xelas bike. Heke PDK bikeve bin sîwana Tirkiyeyê û li dijî kurdan şer bike, wê destkeftiyên neteweyî yên gelê kurd ji dest biçin. Ne bawerim PDK û hikûmeta Başûr wisa bi hêsanî bê xapandin. Ew jî dizanin ku li gel Tirkiyeyê tu dahatûya wan nîne. Lewma divê tavilê leşkerên tirk ji xaka Başûr derxînin. Divê xelkê Başûr jî di vê mijarê de xwedî helwestekî zelal be. Heke Tirkiye ji vê xakê were derxistin dê azadî û aramî serwer be.” 

MA/NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.