Divê milîs ji Qamişlo derkevin
Pêncşem 22 Nîsan 2021 - 03:43
Pêr bi şev hêzên ser bi hikûmeta Şamê yên Difa el-Wetenî êriş birin ser Hêzen Ewlekariya Hundir ên Rêveberiya Xweser. Di encamê de endamekî Asayîşê şehîd bû. Piştî êrişê Hêzên Ewlekariya Hundir li taxa Teyî ya ku hêzên rejîmê jê êriş kirin. Nuqteya sereke ya kontrolê li vir kete destê Hêzên Hêzên Ewlekariya Hundir û di encamê de herî kêm 5 kes ji hêzên rejîmê hatin kuştin û 6 jî hatin birîndarkirin. Bi navbeynkariya Rûsyayê, şer sekinîbe jî, endamê Desteya Hevserokatiya PYD'ê Salih Muslim got, "êriş lîstikên Rûsya û hikûmeta Şamê ne".
Li taxa Teyî ya Qamişloyê şerê di navbera Hêzên Ewlekariya Hundir û milîsên Dîfa El-Wetenî yên girêdayî hikûmeta Şamê de serê pêr destpêkirî, carcaran didome.
Pir bi şev saet di 22:00`yan de milîsên ‘Dîfa El-Wetenî’ yên ser bi hikûmeta Şamê, êrişî bendeke kontrolê ya Hêzên Ewlekariya Hundir ya li kolana El-Wehde ya nêzî taxa Teyî kir. Ev taxa hanê di bin kontrola milîsên hikûmeta Şamê de ye. Di encamê de endamekî Hêzên Ewlekariya Hundir şehîd bû. Hêzên Ewlekariya Hundir bersiva êrişê da û di encamaê şer qewimî.
Rêya sereke ya taxa Teyî hat ewlekirin
Hêzên Ewlekariya Hundir di encamê de hin nuqteyên di hundirê taxa Teyî kontrol kirin û di nava wan de nuqteya sereke ya kontrolê ya li taxê jî heye. Rêya sereke ya taxê jî di kontrola Hêzên Ewlekariya Hundir de ye. Milîsên Dîfa El-Wetenî ji vê taxê û ji van nuqteyan êrişî Hêzên Ewlekariya Hundir û sivîlan dikir.
Di şerê li dijî van milîsên hikûmeta Şamê de, Hêzên Ewlekariya Hundir di hundirê taxa Teyî bi pêş ve çûn. Li gorî Çavdêriya Ji bo Mafê Mirovan a Sûrî (SOHR) bi navbeynkariya Rûsyayê şer sekinî be jî, heta kêliya nûçeya me dihat amadekirin jî carinan dengê sîlehan dihat bihîstin. Li gorî SOHR'ê Rêveberiya Xweser şert daye ber hikûmeta Şamê ku milîsên xwe ji taxê vekişîne. Encama van hevdîtinên bi navbeynkariya Rûsyayê heta kêliya nûçeya me dihat amadekirin jî nediyar bû.
Lîstika Şam û Rûsyayê
Li ser mijarê, endamê Desteya Hevserokatiya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim got, armanca van êrişan xirakirina aramiyê ye: “Bê guman têkiliyên wan çi ji aliyê Rûsan ve bin, çi jî ji aliyê hikûmeta Şamê ve, ne cara yekem e û nabe ya dawiyê jî. Bi van tevliheviyan dixwazin di nava gel de bihêlin ku bawerî nemîne, gel çavtirsandî bikin û ji aliyekî ve bibêjin, em hene. Êdî tê zanîn ku ew tevliheviyê derdixin, paşê jî Rûsya dikeve navberê ku ev yek bi zanebûn tên kirin û tiştekî bêexlaqî ye.
Ev tiştên vala ne. Ev lîstikên hikûmeta Şamê û Rûsyayê ne. Rûsya heman tişt li Eyn Îsa û Şehbayê jî kir. Bi vekişandinê re xwestin tawîzan bigirin. Lê dîsa vegeriyan.
Têkiliyên hikûmeta Şamê bi dewleta Tirk re jixwe li ser esasê têkbirina aramiyê ne. Her du jî dixwazin bêbawerî li gel Rêveberiya Xweser çêbe û tevliheviyan çêkin. Ev nakevin xizmeta aramiyê. Gelê me divê li dijî van pîlanan hişyar be.”
Hevserokê TEV-DEM’ê Xerîb Hiso jî got, êrişên Dîfa El-Wetenî yên li dijî Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên li Qamişloyê, pîlankirî ne û armanca wan têkbirina ewlehiya li herêmê ye. Hiso got, hikûmeta Şamê û Rûsya berpirsên êrişê ne.
Xerîb Hiso berxwedana Hêzên Ewlekariya Hundir silav kir û şîfa xêrê ji birîndaran re xwest.
QAMIŞLO