Divê malbat hazir bin

Pêncşem 29 Hezîran 2023 - 14:13

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di 10′ê Hezîranê de bi daxuyaniyekê ragihand ku ew ê dest bi dadgehkirina endamên çeteya DAIŞ′ê bike. Dadgehkirin wê li gorî qanûnên navneteweyî û herêmî yên taybet be.

Têkildarî mijarê, xelkê Kobanê axivî. Xelkê xwest di dadgehkirina çeteyan de malbatên şehîdan jî amade bin.

Dema hesabpirsînê ye

Fatme Muslim Îsmaîl got, divê rola malbatên şehîdan di Dadgehkirina çeteyên DAIŞ′ê de hebe:"Dem hatiye ku çete û yên xwe firotine dewleta Tirk a dagirker, berdêla komkujiyên li dijî zarokên me bidin."

Fatme Mihemed Îsa jî got, "Beriya roj hilê, mezin û piçûkên me serjê kirin, ji wan we bû, bi wê wê vîna me bişikînin. Lê em ji berê bi hêztir bûn. Îro ew sûcdar di destê hêzên me de ne û dema hesabxwestinê û dema dadgehkirinê hatiye. Divê li Kobanê û li Qada Jina Azad werin dadgehkirin.” 

Divê bizanin bi bin ketine

Necme Kinco jî ev pirs kir: "Bi rêya kê çete derbasî herêmên me bûn, ma ne bi rêya dewleta Tirk a dagirker ku xaka me dagir kiriye û rojane êrişî me dike, derbas bûn? Çima dewlet welatiyên xwe nabin û dadgeh nakin?" û wiha dewam kir: “Em ê bi rêya dadgehkirina wan ku divê bi destê zarokên şehîdan be, tola şehîdên xwe hilînin. Êrişên dewleta Tirk a dagirker me natirsînin. Ji lewre, divê her kesê sîxurtî ji dewleta Tirk a dagirker re kiriye, tavilê li xwe vegere.”

Medîne Elî jî xwest, dadgehkirina endamên çeteya DAIŞ′ê li gorî sûc û komkujiyên li dijî xelkê herêmê be û divê dadger ji malbatên şehîdan bin, da ku dewleta Tirk a dagirker bizane, çeteyên wê di pêkanîna pîlanên wê de bi bin ketin.

ANHA/KOBANÊ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.