Divê kurd li xwe xwedî derkevin

Duşem 23 Kanûn 2024 - 02:15

Çalakvanên Ranyeyê  dan zanîn niha rewş li Rojavayê Kurdistanê nebaş e û li Suriyeyê geşedanek mezin heye û gotin:"Ji bo vê pêwîst e Kurd xwedî li xwe derkevin, ya herî girîng jî ev e."

Piştî rûxîna rejîma Beşar Esed, dewleta Tirk dijî Rojavayê Kurdistanê êrişên xwe zêdetir kir. Ji ber êrişan bi hezaran kes carek din neçarman koç bikin. Êriş bê navber dewam dikin, divê çarçoveyê de bangên ji bo piştgiriya Rojavayê Kurdistanê jî zêde dibin. Çalakvanên navçeya Ranye ya ser bi Îdareya Raperîn ya Silêmaniyê ji ajansa me re axivîn.

Kurd di nava têkoşînek mezin de ne

Çalakvanê bi navê Aso Kosarî destpêkê axivî û da zanîn ku niha Rojavayê Kurdistanê di rewşek cuda de ye, bi taybet dewleta Tirk piştî rûxîna Esed li nav xaka Rojava û PDK jî deriyê Fîşxabûr li Rojava girtiye. Aso Kosarî wiha pê de çû; “Kurd niha li Rojavayê Kurdistanê di nava têkoşînek mezin de ne, divê hêzên nanveteweyî jî girêdayî pîvanên exlaqî bin û Rojava bi tenê nehêlin.”

Divê kurd li xwe xwedî derkevin

Çalakvanê bi navê Xazî Refet jî li ser heman mijarê nêrînên xwe anî ziman û got; “Niha rewş li Rojavayê Kurdistanê nebaş e û li Suriyeyê geşedanek mezin heye. Her welatek xwedî li gelekî derdikeve, lê kes xwedî li Kurdan dernakeve. Ji bo vê pêwîst e Kurd xwedî li xwe derkevin, ya herî girîng jî ev e.”

ROJNEWS/RANYE

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.