Divê jinên afirîner mil bidin hev

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 16 Çile 2024 - 03:25

HANAN HARITE / MEXRÎB / NÛJÎNHA

Hunermenda şanoyê Bahia Mortada ji tecrbûyen xwe yên sînemayê û filman û her wiha şanoyê got ku ev ezmûnên piçûk in lê tesîreke baş li jiyana wê kirine û her wiha karîyera wê pêş xistine. Piştî ku ew beşdarî gelek mihrîcan û atoleyeyan bûye “Komeleya Hunerê ya Bahia” vekiriye û li vê navendê xebatên ji bo zarokan, atolyeyên ji bo hunermendan û muzîkjenan li dar dixe. Ew bi vî awayî ezmûnên xwe parve dike.

Bahîa Mortada da zanîn ku divê hunermend beriya her tiştî bi giştî pirsgirêkên mirovî bîne ser ziman û got: “Pirsgirêkên jinan jî parçeyek ji vê yekê ye. Li gorî min monodrama pirr girîng e. Ji ber ku lîstikvana şanoyê ku karekteran zindî dike, lîstikvanek celebek taybet e û di lîstikê de karektera tekane ye. Bi rêya zimanê bedenê ji temaşevanan re hin tiştan radigihîne. Di vê maneyê de ez girîng dibînim ku derbarê pirsgirêkên jinan de festîvalek were lidarxistin.”

Şano nihêrîna civakê diguherîne

Bahia Mortada, balê bir ser pirsgirêkên jinan û got di dema amadekariyên destpêkirina Festîvala Monodrama ya Navneteweyî ya Basmat de ji bo dîtina kesên bi vê hunerê re eleqedar gelek zehmetî kişandine. Bahia Mortada, got: “Têkildarî pirsgirêkên jinan bi berhemên xwe yên teatral re eleqeder bûyîn, pirsgirêk û hestên jinan ronî dike. Di heman demê de dê bibe sedema ku mêr helwestên xwe yên li hember jinan ji nû ve bifikirin. Şano dikare bibe rêyek guhertina nihêrîna civakê ya li ser jinan.”

Qeyrana di nivîskariya şanoyê de

Bahîa Mortada, diyar kir ku şano di nivîsên xwe yên pirsgirêkên jinan de qeyran dijî û got: "Şano bi sedsalane pirsgirêkên mêran diparêze, sedema bingehîn a vê yekê jî ew e ku mêr beriya jinan ketine vê qadê. Di nivîs û bi giştî nivîsandinê de rewşeke qeyranê heye. Dema em behsa hebûna jinan a di warê şanonivîsê de bikin, xwedî derfetên pir kêm in. Ev jî feraseta mêr a ku jinê di nava kar de ne weke kirde lêweke piştgir dibîne ye. Lê belê di van salên dawî de di warê nivîskarî û derhêneriyê de em navên jinên jêhatî jî dibihîsin. Her wiha di gelek waran de me ferq kir ku em mijarên femînîstî nîqaş dikin. Lê tevî vê yekê jî hebûna jinan ya di vî wari de qels e.”

Jinên afirîner divê pişta hevdu bigirin

Bahia Mortada, anî ziman jin di civakê de xwedî rolek bi bandor in û axaftina xwe wiha bi dawî kir; “Divê ji jinan re pozîsyonên heq dikin bê dayîn. Hunermendên jin ên Mexribê, xwedî azwerî, hêz û jêhatî ne. Jin jî dema ku fersendê bi dest bixin îsbat dikin ku dikarin çi bi dest bixin. Ji bo ronahîkirina pirsgirêkên jinan ên li herêmê, divê koordînasyonek di navbera jinên afirîner de hebe. Bi taybetî di mijarên têkildarî jinan de hebûna koordînasyonek girîng e. Divê ji bo parastina pirsgirêkên xwe yên hevpar û bidestxistina serkeftinê em piştgiriyê bidin hev. Divê em wek jinên afirîner, xwedî azwer, piştgiriya hev bikin û ji bo ji holê rakirina her cure cudakarî û neheqiya li ser jinan, hemû xebatên cidî yên di warê mirovahî de teşwîq bikin. Ez difikirim sala 2024 dê ji bo hemû jinan bibe salek baş."

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.