Divê jin rola xwe bilîzin
Çarşem 18 Hezîran 2025 - 02:45
Jinan diyar kirin ku rola jinan di avakirina Suriyeyeke demokratîk de bi têkoşîna jinan wê pêk be.
Cîgira seroka Nivîsgeha Jinan a Partiya El Weten El Sûrî Fatme Ferec û Cîgira Nivîsgeha Têkiliyan a partiyê Şeyma Xelef têkildarî rola jinan a di Sûriyeyeke demokratîk de axivîn.
Fatme Ferec diyar kir ku rola jinan di avakirina Suriyeyeke demokratîk de bi têkoşîna jinan wê pêk be û got: "Jin bi zîhniyeta baviksalariyê re rû bi rû mabûn û li hemberî wê zîhniyetê têdikoşîn. Jin li hemberî zîhniyeta DAIŞ'ê û çeteyên Tirk niha jî tê dikoşin.”
Fatme Ferec destnîşan kir ku ji bo aştî, azadî û demokrasî li Sûriyeyê pêk were divê jin rola xwe di avakirina Sûriyeyê de bilîzin.
Şeyma Xelef jî diyar kir ku bêyî jinan aştî pêk naye û got: "Aştî û avakirina Sûriyeyeke demokratîk divê rola jinan a esasî tê de hebe. Di hemû qadan de jin xebatê bidin meşandin. Bi taybet jinên Sûriyeyê divê bi vê yekê rabin. Jinên gundan gelek zehmetiyan dibînin. Ji bo pêşîgirtina vê yekê jî perwerde divê.”
ANHA/HESEKÊ/ZEYNEB ŞÊXO