• Rapora Komîteya Lêpirsînê ya NY der barê sûcên dewleta Tirk û çeteyên wê li herêmên dagirkirî de tê guftûgokirin. Jinên ji Serêkaniyê û Efrînê dibêjin, rapor kêm e, û çima rapor qala derketina dewleta Tirk ji cihê dagirkirî nake.

Jinên ji Serêkaniyê û Efrînê yên ku ji ber sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê koçber bûne, diyar kir ku rapora Komîteya Lêpirsînê ya NY'yê ya der barê herêmên dagirkirî de têrê nake, divê xebateke rastîn were kirin û sûcdar werin darizandin.
Komîteya Lêpirsînê ya Serbixwe ya girêdayî Neteweyên Yekbûyî (NY), têkildarî binpêkirinên li herêmên Sûriyê yên ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê dagir kirine, raporeke berfireh weşand. Komîteyê ev binpêkirin weke "sûcên şer" bi nav kir.
Têkildarî mijarê jinên ji Serêkaniyê yên ku ji ber êriş û sûcên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê koçberî kampa Waşûkanî ya Hesekê bûne û jinên Efrînê yên li Kampa Serdemê ya Şehbayê fikrên xwe diyar kirin.
Jina bi navê Sebah Bekir a li kampa Waşûkanî dibêje: “Rapora Komîteya Lêpirsînê bi temamî zilm û zora dewleta Tirk û çeteyên wê rave nake.”

Rapor qala dagirkeriyê nake

Fatima Ehmed a ji Serêkaniyê hêvî kir ku Neteweyên Yekbûyî hîn zêdetir binpêkirinên ku dagirkeriya Tirk pêk tîne, eşkere bike û xwest ku biryarên giran li dijî dewleta Tirk were girtin û ji herêmên ku dagirkirine, were derxistin. Ji azarên ku em li kampê dikişînin, ji birçî û sermayê haya wan heye. Gelo rapor qal dike ku wê dewleta Tirk ji herêmên dagir kiriye derkeve?"
Fatima Ehmed bi navê hemû koçberan bang li NY'yê kir ku di demeke lezgîn de çareseriyan bibîne û koçberan li mafên wan vegerîne.
Nadiya Elî ya li kampa Serdemê ya Şehbayê bal kişand ser sûcên li dijî jinan têne kirin û revandina sivîlan ji bo fidyeyê kir û got: "Ji bo van Neteweyên Yekbûyî raporek derxist, lê rapor li gorî binpêkirinên ku li Efrînê têne kirin, têrê nake."
Leyla Hebeş jî destnîşan kir ku divê rêxistinên mafên mirovan bi cidiyet tevbigerin da ku rapora der barê sûcên şer de temam bibe û hemû sûcên dewleta Tirk ên li Efrînê belge bike, nemaze ku sûcên bi taybet li dijî jin û zarokan didomin.

NAVENDA NÛÇEYAN