Divê helwêst zelal be

Gulîstan ÇIYA ÎKE nivîsand —

Çarşem 8 Tîrmeh 2020 - 15:19

Li Heftenînê gerîla berxwedan û têkoşînek dîrokî nîşan dide. Diyar e ku ji niha pê ve Heftenîn dê bibe qada çalakiyên bênavber yên gerîla. Desthilata AKP-MHP ya faşîst her ku tengav dibe, zêdetir êrişkar dibe. Ji bo vê jî dikeve nava tevgerên nû yên dagirkirinê. Ev jî tê wê wateyê, wê li herêmê bereyên şer fireh bike. Bi vî awayî ji gerîla re qada berxwedan û têkoşînê berfirehtir dibe. Bêguman êriş û dagirkeriya dewleta Tirk ne rewan e. Lê dema êrişên bi armanca dagirkirinê pêk tên jî hêzên azadiyê her demê vê rewşê di berjewendiyên tekoşînê de dibînin û jê sûdê werdigirin. Çima, ji ber ku dagirker çiqas berê xwe fireh bikin, bela-wela bibin, ji bo berxwedêran ewçend derfetê têkoşîn û serkeftinê çêdibe. Xuya ye ku tevgera dagirkirina Başûrê Kurdistanê encamek wisa bi xwe re aniye.
Lê belê encamên balkêş yên tevgera dagirkirinê ya dewleta Tirk li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê jî xuya dibin. Herî dawî agahî hat ku Hêzên Parastina Sînor ên Iraqê çûne Heftenînê, li hin giran bi cih bûne. HPG’ê jî da xuyakirin ku ew helwesta van yekîneyan dişopînin; ew ê li gorî rewşê nêzîk bibin. Her wiha hat gotin hatina hêzên sînor ji bo Heftenînê, nîşan dide êrişên dewleta Tirk di çerçoveya pîlanekê de pêk tên. Ev hêzên sînor yên Iraqê, ne ji Iraqê ne jî. Ji pêşmergeyên PDK’ê pêk tên. Lê ev yekîne fermî girêdayî dewleta navendî ya Iraqê û artêşa wê ne. Ev rûdan nîşan dide dewleta Tirk û PDK di nava pîlanekî hevbeş de ne.
PDK ji berê de hemû êrişên dewleta Tirk bi hebûna PKK îfade dikir, ev êriş rewa û normal nîşan didan. Ne tenê ji bo Herêmên Parastinê yên Medyayê, ji bo Şengal û Mexmûrê jî ev digot. Ji vê jî armanca wê ew bû, gerîla ji qadê derxe û pêşî li têkoşîna li dijî qirkirinê bigire. Peywendiyên bi Tirkiyê re PDK ber bi gotin û helwestek wiha ve dehf dida. Lê di serî de gelê Kurd, gelên herêmê li dijî vê helwesta PDK’ê nerazîbûn nîşan didan. Dijberî gotinên PDK, gel digot dewleta Tirk ji ber dijminahiya gelê Kurd êriş dike. Jixwe ji bilî rewakirina êrişên dewleta Tirk, ti feyde û encamek ya gotina PDK tinebû. Ji ber ku gel rastî dizanî, guh nedida van gotinên PDK’ê û qebul nedikir.
Niha sebebek ya êrişên dewleta Tirk jî eşkere dibe. Tê dîtin, ji bo têgehiştinek wisa çêkin ango bibêjin hebûna PKKê sedema êrişan e, tevgereke bi pîlan pêş dixin, dek û dolaban digerînin. Lewma reaksyona PDK ya li hemberî Tirkiyê ne ji dil e, bi armanca xapandinê ye. Ji bo gerîla ji herêmê derxe, hewl dide destek û piştgiriya civakî û siyasî bigire cem xwe. Lewma tê fêmkirin ka çima daxuyanî da û got, ‘êrişên Tirkiyê zirarê dide gel’. Jixwe medyaya ser bi PDK’ê ve qet dev ji vê propagandayê berneda, heta piştî êrişa dawî jî dewam kir.
PDK’ê got qada hewayî ya Iraqê ye, çi pêwîst e, divê Iraq bike. Xuya ye ku ji bo gerîla ji qadê derxe rê veke û artêşa Iraqê jî bikişîne nava vê polîtîkayê, wiha got. Hewildan hemû ne ji bo şikandina dagirkeriya Tirk e. Lê hewldana wê hemû ew e, hebûna gerîla bixe nîqaşê. Ev fikir her ku diçe, dibe qenaetek giştî jî. Jixwe gerîla jî rewşê wisa dibîne û wisa dinirxîne.
Divê PDK eşkere li ber êrişên dewleta Tirk rabe. Gelê Başûr li ber dagirkeriyê radibe û li dij e. Divê PDK li pêşiya gel nebe asteng û bendan çêneke. Li Hewlêrê dagirkerî tê protestokirin, lê PDK asteng dike. Heke PDK li dijî dagirkirina dewleta Tirk a Başûr e, û di vê mijarê de ji dil e, divê ji dewleta Tirk daxwaz bike hemû baregehên li Başûrê Kurdistanê vala bike û herêmê terk bike. Em dibînin, li 37 herêman baregehên leşkerî hene ku ew bi xwe li vê mikur tên, û li Xakûrkê eşkere dagirkirina dewleta Tirk destek dike. Wê demê hûn rabin û bêjin êriş zirarê didin gel. Piştî ev çend tişt eşkere li holê ne, mirov çima bi van gotinan bawer bikin? Lewma ev gotin nabin cihê baweriyê. Ev binke û baregehên leşkerî, bingehê dagirkeriya dewleta Tirk gelek xurt dikin, rê li dagirkeriyê vedikin. Dîsa li gelek cihî baregehên rêxistina sîxûrî ya Tirk MÎT’ê hene. Jixwe tê gotin konsolxaneya Hewlêrê bûye navenda MÎT’ê, xebatên sîxûrî yên Tirkiyê li Başûrê Kurdistanê ji vê navendê bi rêve diçin, tên koordînekirin.
Fermî qada hewayî ya Iraqê ye. Tê zanîn, qada hewayî ya ji ‘hêza Çekûç’ mayî di bin serweriya Emerîkayê de ye. Sînor jî fermî di bin parastina artêşa Iraqê de ne. Lê hêzeke siyasî ya helwest nîşan bide hebe, divê ew jî hikûmeta Başûrê Kurdistanê ye. Heke ev hikûmet li dijî Tirkiyê bibe xwedî helwêst, gel dê rabe ser piyan. Iraq dê hîn bi biryar û wêrek li ber dagirkirinê rabe. Emerîka ku niha destûrê dide êrişên Tirkiyê, piştî van helwestan bibîne, dê neçar vê polîtîkaya xwe biguherîne. Ji vî alî ve, lazim e ku rêveberiya Başûrê Kurdistanê, zelal, eşkere û ji dil li ber dagirkeriyê rabe.
Em vê nabînin. Rêveberiya Başûrê Kurdistanê heta niha jî bi PKK û gerîla mijûl e. Ji bo gerîla ji herêmê derxe û têkoşîna gerîlla asteng bike, hewl dide êrişên Tirkiyê bi kar bîne. Ev helwêst li ti partiyeke Kurd û rêveberiyeke Kurd nayê. Dewleta Tirk di şexsê PKK’ê de êrişî Kurdan hemûyan û destkeftiyên wan dike. Ji ber ku PKK li dijî van polîtîkayên xwe asteng dibîne, pêşî êrişî PKK’ê dike.
Heke vê asteng û benda PKK’ê derbas bike, dê polîtîkayên qirkirina Kurdan ne tenê li Bakur, dê li Rojava û Başûr jî pêk bîne. Wê berê xwe bide polîtîkayên neo-Osmanî yên paşverû, dagirker û hegemonîk. Sebeba esasî ya êrişên li ser PKK’ê ev e. Ji ber ku PKK li ber van armancên wan asteng e. Yanî PKK ji bo Kurdan hemûyan û ji bo gelan li ber xwe dide.
Li şûna ev rastiya dewleta Tirk bê dîtin, rewa û normalkirina êrişan xeflet e. Bi wê hêviyê ku PDK û hikûmeta Başûrê Kurdistanê, dev ji van peywendî û polîtîkayên xwe berdin. Ji ber ku armanc derxistina gerîla ji herêmê ye. Divê li şûna vê berê xwe bidin dagirkeriya dewleta Tirk û hebûna wê ya li ser axa Kurdistanê…

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.