- KCKʼê der barê rewşa Rêber Apo de bang li gelê Kurd, dostên wan û hêzên demokratîk hemûyan kir û xwest rabin ser piyan û got: Divê teqez parêzer û malbata wî rûbirû hevdîtinê pê re bikin.
Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê der barê îddîayên li ser tendirustiya Rêber Abdullah Ocalan ku li ser medyaya dîjîtal daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniya KCK’ê de tê gotin: “Der barê tendirustî û jiyana Rêber Apo de hin îddîa hatine kirin, ev îddîyan jî dispêrin parlementerekî MHP’ê. Ji ber vê jî parêzeran bi lez ji bo hevdîtina bi Rêber Apo re daxwaza serlêdanê kirin, gelê me jî li her derê daket qadan, ji bo der barê tendirustiya Rêber Apo de agahî bêne girtin dixwazin parêzer û malbata wî biçin serdana wî. Ev nûçeyên li ser Rêber Apo cîddî ne û teqez divê bêne zelalkirin.
Her çi bibe siyasî ye
Dewleta Tirk bi xwe berpirsyarê tendirustî û jiyana Rêber Apo ye. Saziyên navneteweyî yên ji bo girtiyan jî berpirsyar in. CPT û Konseya Ewropayê wê berpirsyarê her rewşa neyînî ya li ser tendirustî û jiyana Rêbertiya me be. Rêber Apo gotibû her rewşa neyînî ya li ser tendirustî û jiyana min divê siyasî were dîtin, dewleta Tirk û saziyên têkildar hişyar kiribû û xwestibû gelê Kurd jî van hêzan berpirsyar bibîne.
Divê rewş were zelalkirin
Divê ev nûçe cîddî werin nirxandin. Di nav dewlet û hêzên siyasî de gelek alî hene ku dijminatiya Rêber Apo dikin. Rayedarên dewletê bi xwe bi salan berê gotibûn ‘Ew nikare ji wir sax derkeveʼ û diyar kiribûn ku helwest û feraseta wan a li hemberî Rêber Apo çawa ye. Berpirsariyeke dîrokî ye ku divê hevdîtin bi Rêber Apo pêk were û rewşa wî ya tendirustî û ewlehiyê were zelalkirin.
Divê Rêber Apo serbest bibe
Li Îmraliyê tecrîdeke giran heye. Ev jî îspat dike ku li hemberî Rêber Apo dijminatiyeke çawa dikin. Ev tecrîd di heman demê de tê wateya êrişa li ser tendirustiya Rêber Apo. Li Îmraliyê ne hiqûq, ne mafê mirovan û ne jî helwesta ji her girtiyî re lazim were nîşandan, tuneye. Ji lewra divê ev rewş bi dawî bibe û Rêber Apo serbest û azad bibe.
Newroz divê bibe ya azadiyê
Nûçeyên der barê Îmraliyê de nîşan daye ku pêngava ‘Dem dema azadiyê ye’ di wextê xwe de hatiye destpêkirin. Divê ji îro pê ve agirê Newroza 2021’an wekî pêngava azadkirina Rêbertiyê were geşkirin. Gelê me yê ku li her derê Newrozê pîroz dike, divê Newrozê bikin têkoşîna azadiyê ya Rêber Apo. Jixwe azadiya Rêber Apo ya gelê me bûye yek. Pêngava ‘Dem dema azadiyê ye’ ya ji bo azadkirina Rêber Apo û ya Kurdistanê divê bibe hedefa pêşîn. Heke qadên Newrozê bibin qadên têkoşîna ji bo azadiya gelê Kurd û azadiya Rêber Apo ew ê pêşiya hemû rewşên neyînî yên li ser Rêber Apo were girtin.
Heta agahî were girtin
Gelê me yê li Ewropa û Rojava ji bo tenduristî û ewlekariya Rêber Apo derhal rabûye ser piyan. Gelê me yê li Bakur jî divê pîrozbahiyên Newrozê bi pêngava azadkirina Rêbertî re bike yek û li her derê dakeve qadan. Gelê Kurd li çar parçeyên Kurdistanê û li her devera ku lê ye, divê li dijî êrişên li ser tenduristî û jiyana Rêber Apo rabe ser piyan, bi dirûşma Rêbertiyê Azad, Kurdistana Azad li her cihî Newrozê pêşwazî bike.
Gelê me heta ku têkildarî ewlekarî û tenduristiya Rêber Apo agahiyeke eşkere û zelal wernegirt, divê çalakiyên xwe yên di vî warî de bênavber dewam bike.
Berpirsê pêşî desthilat e
Desthilatdariya AKP-MHP'ê di asta pêşî de ji ewlekarî û tenduristiya Rêber Apo berpirsyar e, lewma em vê desthilatiyê hişyar dikin; her nêzîkatiyeke neyînî ya li hemberî Rêber Apo wê bibe sedem ku rê û rêbazên têkoşîna me bigihêje asteke cuda. Tê zanîn ku dema mijar ewlekarî, tenduristî û jiyana Rêbertî be, gelê me jî, tevgera me jî çawa hesas in. Ji ber vê yekê bêyî ku saetek jî dereng bibe, rewşa ewlekarî û tenduristiya Rêber Apo divê bi rengekî ku gelê Kurd pê bawer bike, bê zelalkirin."
ANF/BEHDÎNAN