Divê em Rojava biparêzin

Pêncşem 16 Çile 2025 - 03:20

  • Prof. Dr. Franco Cavalli destnîşan kir ku ji bo Rojhilata Navîn a demokratîk û aştiyane modela Rojava hêviya yekane ye û got: Divê em vê modelê biparêzin.

Piştî ku rejîma Baas 8'ê Kanûnê hate hilweşandin, li dora rêveberiya HTŞ'ê nîqaş li ser Sûriyeya nû tê kirin. Dewleta Tirk hem bandora xwe ya li ser Şamê li dijî Kurdan bi kar tîne, hem jî çeteyên SMO ku di bin sîwanê artêşa wê de ye berê wan dide Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û êrîşan bi wan dide kirin. Şervanên QSD'ê jî zêdeyî meheke bi parastina Tişrîn û Qereqozaxê bendê datînin pêşiya plana dewleta Tirk. Zanyarê Swîsreyî, parêzvanê mafên mirovan û siyasetmedar Prof. Dr. Franco Cavalli bûyerên li Sûriyeyê ji ANF'ê re nirxand.

Ez ji Cîhadîstan bawer nakim

Prof. Cavalli bi bîr xist ku niha li Şamê rejîmeke nû ya nêzî Tirkiyeyê rûdinê, ku beriya mehekê weke DAÎŞ'ê terorîst dihate dîtin û got:"Ev kes îro zimanekî nerm bi kar tînin, lê belê ez ji wan bawer nakim. Tişta herî xetere jî ew e ku vê rewşê bandora Îslamiyên nêzî DAÎŞ'ê zêde kiriye. Bûyerên dawî yên li Sûriyeyê hêza Erdogan zêde kiriye ku timî dibêje, her tiştên li Rojava divê bêne tinekirin."

Erdogan dixwaze Kurdan qir bike

Prof. Cavalli bal kişand ser metirsiya li ser alîgirên demokrasiyê yên li Sûriyeyê û Kurdan û dubare kir ku ew qet bawer nake ku rejîma nû demokratîk bibe, mafên jinan an jî hindikahiyan biparêze. Prof. Cavalli bi dewamî got:"Ji ber vê yekê jî gelekî bi fikar im. Di nava 10 salên dawî de qet ewqasî bi fikar nebûm. Ev rewş bi taybetî xetere ye, ji ber ku Erdogan niyeta xwe ya metirsîdar beriya niha bi rengekî şênber eşkere kiribû. Dibe ku bixwaze, çawa ku beriya sed salî anîbû serê Ermenan vê carê jî Kurdan qir bike. Ji ber vê yekê jî fikarên min zêde ne."

Ji bo Ewrûpa berjewendî esas in

Prof. Cavalli anî ziman ku cîhana Rojava ji bo parastina hêza xwe ya li Rojhilata Navîn serî li her rê û rêbazê dide, pêwîstî pê bike wê qirker û mêtingeran jî biparêze û got:"Cîhana Rojava weke ku ji bîr kiriye bê rejîma li Sûriyeyê kî ye. Dibêje her tişt bi erênî dimeşe. Tişta sereke ji bo cîhana Rojava berjewendiyê wan e."

Ji cîhanê re bûye mînak

Prof. Cavalli destnîşan kir ku Rojava ku di bin êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û çeteyên wê de ne li Rojhilata Navîn demokrasiya yekane û rasteqîn e û bang li demokratên li cîhanê hemûyan kir ku Rojava biparêzin. Prof. Dr. Cavalli got:"Yekane demokrasiya rasteqîn a li Rojhilata Navîn li Rojava ye. Li wê derê her kes, hemû hindikahî, jin, mêr xwedî mafên wekhev in. Bi dîtina min modela li Rojava dikare bibe mînak ji her kesî re. Kurdan di nava şert û mercên gelekî zehmet de pergaleke demokratîk ava kirin ku ji cîhanê re bûye mînak. Hemû hêzên demokratîk ên li cîhanê ji bo rizgarkirina ezmûna demokratîk a li Rojava divê hîn bêhtir hewl bidin. Rojava yekane ezmûna demokratîk a li Rojhilata Navîn e. Di dema dirêj de ji bo avakirina Rojhilata Navîn a demokratîk û aştiyane, modela Rojava yekane hêvî ye. Mînakeke din nîne. Diyar e ku terorîstên rastgir ji bo tinekirina vê ezmûnê wê hîn bêhtir hewl bidin, lewma cîhana demokratîk û pêşverû ji bo parastina Rojava divê ji niha û pê ve hîn bêhtir têbikoşin."

ANF/SERKAN DEMÎREL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.