NÛJÎN ÊZIDÎ / NÛJINHA / ŞENGAL
Biryara Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya ji bo darizandina çeteyên DAIŞ’ê li Şengalê kete rojevê. Civaka Êzidî ya ku di fermana 74’an a 3’ê Tebaxa 2014’an de ji destên çeteyên DAIŞ’ê û hevkarên wan bi hezaran kes jiyana xwe ji dest dan û windahî dan heya niha her dem li benda darizandina sûcdarên fermanê ne.
Li ser mijarê Berdevka Koordînasyona Tevgera Azadiya Jinên Êzidî TAJÊ’ê Rîham Hico nirxandin kir û got: “Em weke jinên Êzidî piştgiriyê didin vê biryarê û divê em bi xwe jî di van dadgehan de de amade bin.”
Rîham Hico di destpêka gotinên xwe de qala metirsiya çeteyên DAIŞ’ê ya di roja îro de kir û got: “Weke civaka Êzidî li ser vê axê herî zêde em bûn qurbaniyên van êrîşan. Rast e hêza wan hat şikandin, deverên di destên wan de hatin rizgarkirin lê hê jî şaneyên wan ên razayî hene li Iraqê li welatên derve li Başurê Kurdistanê û weke mînak li Kampa Holê hê şaneyên wan ên veşartî hene. Ev tev ji bo civaka me metirsî ne.”
Biryar di cih de ye
Rîham Hico ya bal bire ser erk û berpirsiyariya hêzên navneteweyî ya di darizandina çeteyên DAIŞ’ê de û got;’’Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê beriya vê jî bang li welatên cîhanê kir ku bi dadgeheke navneteweyî van çeteyên DAIŞ’ê bidarizîne û cîhanê ji vê tehdîdê rizgar bike lê ew welat bêdeng man.Hinek ji wan weke formalîte hejmarek zarok û çeteyên DAIŞ’ê birin lê hejmara wan gelek kêm bû. Ji bo wê îro Rêveberiya Xweser bi xwe biryar dide ku wan çeteyan bidarizîne ev biryareke rast û di cihê xwe de ye. Em jî weke civaka Êzidî li gel vê biryarê ne û em jî divê di wan dadgehan de amade bin.”
Divê nebin kelem
Rîham Hico bal bire ser hewldanên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û got: “Divê tevahî cîhan rast nêzî biryara Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bibe û nebe kelem ji ber ku ji bo tevahî mirovahiyê xwedî girîngiyeke mezin e. Ne demek direj e ku me tevan bi çavên xwe dît çeteyên DAIŞ’ê bi hevkariya dewleta Tirk xwestin di girtîgeha Sînea ya Hesekê de îsyanê derxin û tevahî girtiyan berdin, bikin bela serê Rojava û tevahî herêman lê ji bo rê li vê xeteriyê bê girtin bi sedan şehîd dan. Divê tevahî hêz di cidiyeta vê pirsgirêkê de bin.”
Tirkiye qibleya çeteyan e
Riham Hico diyar kir ku piştî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê biryara xwe da ku çeteyan li pêş çavên cîhanê bidarizîne, bênavber dewleta dagirker a Tirk êrîşê Rojavayê Kurdistanê kir û got;“Armanca dewleta tirk rizgarkirina çeteyên DAIŞ’ê ye. Ji bo wê tevahî herêmên weke Serêkaniyê, Girê Spî û Efrînê yên ku dewleta Tirk dagir kiriye malbatên DAIŞ’iyan bi cih dikin. Jinên Êzidî yên ku ji destên çeteyên DAIŞ’ê rizgar bibûn digotin zilamên ku me bi wan re dabûn zewicandin ji me re digotin em ê biçin Tirkiyeyê. Ev tê wateya ku çeteyên DAIŞ’ê Tirkiyeyê ji xwe re weke qible dibîne ji ber ku Erdogan bavê wan e di her warî de wan xwedî dike. Dewleta Tirk naxwaze ku çeteyên DAIŞ’ê bên darizandin ji ber ku ger bên darizandin wê dewleta Tirk jî bê darizandin.”