Divê em jî bibiryar bin

În 26 Nîsan 2024 - 00:10

Hevseroka KNK’ê Zeyneb Mûrad têkildarî êrîşên dewleta Tirk ên li ser gelê Kurd ji ANF'ê re axivî û wiha got:"Em niha dibînin ku li her çar parçeyên Kurdistanê li ser gelê me êriş berdewam dikin. Dewleta Tirk bi hêzeke gelek mezin a leşkerî li ser axa Kurdistanê operasyonan dike. Em jî wek Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê di civata ya 22’yem de ku di 20 û 21’ê vê mehê de hat lidarxistin, li ser vê rewşê, li ser wan metirsiyên ku hîna hene, rawestiyan. Ji ber ku em dizanin dijminê me aloziyên ku li Rojhilata Navîn û cîhanê hene, ji bo xwe wek derfet dibîne da ku hemû destkeftên gelê Kurd ji nav bibe. Li hember vê yekê, erk û berpirsyariya neteweyî ewil dikeve ser partiyên siyasî û paşê jî dikeve ser gelê me û hemû pêkhateyên ku em bi hev re dijîn. Ne tenê gelê Kurd, ew pêkhateyên din jî rû bi rûyî metirsiyeke mezin in. Lewma ev erk û berpirsyariya neteweyî dikeve ser her kesî. Di Civata Giştî ya Kongreya Neteweyî de ev tişt hatin nîqaşkirin û dê di encamnameyê de jî bê diyarkirin ku em ê tu carî dagirkirina Kurdistanê û qetilkirina zarokên Kurd qebûl nekin. Diyar e ku dijminên me bi biryar in ku vê yekê pêk bînin, divê em jî wek gelê Kurd bi biryar bin. Li vir banga me ji bo partiyên siyasî ye ku bila tu carî nebin beşek ji wan plan û komployan ku li dijî gelê me tên kirin. Ji ber ku dîrokê selmandiye ku dijminên me bi biryar in ji bo ji navbirina gelê Kurd."

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.