‘Divê em bi xwe şanoyan binivîsin’

Nûçeyên Çand/Huner

În 31 Adar 2023 - 04:04

Di roja sêyemîn a Mihrîcana Şehîd Yekta Herekol a Şanoyê de şanoya “Yê ku nayê” hate nîşandan. Lîstik balê dikişîne ser pêwîstiya girêdana bi hêviyê û jiyanê ve ji bo li pey xwe hiştina astengiyan.

Di roja sêyemîn a Mihrîcana Şehîd Yekta Herekol a Şanoyê de li ser dika Navenda Çand û Huner a Mihemed Şêxo ya Qamişloyê, lîstika şanoyê "Yê ku nayê" derket ser dikê. Riyad Ismet senaryoya wê nivîsandiye û Ebdulcebar Hebîb jî derhêneriya wê kiriye. Koma Şanoyê ya Navenda Çand û Huner a Mihemed Şêxo rolên vê lîstikê kirine.

Navaroka şanoya bi Kurdî, koçberî ye. Du şanoger, rola du kesan dikin. Ev her du kes derdikevin derveyî welêt û diçin welatekî din. Di şanoyê de bûyerên tên serê wan, zehmetiyên li pêşiya koçberan û penaberan li xerîbistanê, nîşan dide.

Mijara sereke ya şanoyê, hêvî ye û rêbazên lipeyxwehiştina astengiyan e. Dîtina çareseriyê û dûrketina ji kesayeta hejar, binketî û têkçûna psîkolojiyê ji van rêbazan in.

 

Rola şanoyê di parastina çandê de

Piştî nîşandana şanoyê, şanoger Agîn Ronî semînerek bi navê "Rola şanoyê di parastina çanda gelan de" da û got, "Çand û huner ji hişmendî, exlaq, ziman, siyaset û aboriyê pêk tê. Her wiha bandora şanoyê li ser civakan mezin e."

Ronî destnîşan kir ku desthilatê, huner bi kar aniye ji bo ku berjewendiyên xwe pêk bîne, lê li beramberî wê, mirovan bi xwe hunerek afirandiye, û bîrewerkirina civakê û xurtkirina hevgirtinê, peyama wê ya sereke ye.

Ronî got, "Huner li herêmê hinekî lawaz e û heta niha gelek şano ji zimanên din hatin wergerandin û nîşandan. Li şûna wê divê em bi xwe şanoyan binivîsin."

ANHA/QAMIŞLO

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.