Divê dewleta Tirk bê darizandin

Duşem 27 Çile 2025 - 03:40

  • Kurd û dostên wan li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê daketin qadan û xwestin desthilata Tirk û alîgirên wê ji ber sûcên dijmirovî bên darizandin.

Kurdistanî û dostên wan li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewletên Tirk û çeteyên wê li gelek bajarên Ewrûpayê daketin qadan.

BERLÎN

Li bajarê Berlîn ê Elmanyayê jî bi wesîleya salvegera berxwedana Kobanê û ji bo berxwedêrên li Bendava Tişrînê Kurd û dostên wan bi banga hevpar ya Meclîsa Jinan a Dest Dan-Hêvî, Cenî (Ofîsa Aşitiyê ya Jinên Kurd), Meclîsa Jinên Êzidî ya Berlînê, KJAR-Berlîn, Women Defend Rojava-Berlîn, Gemeinsam Kampfen-Berlîn, TekoJIN-Berlin, JXK-Berlin û JK-Berlinê li hev civiyan, li Qada Alexanderplatzê daxuyaniyek da. 

DRESDEN

Li bajarê Dresden jî bi wesîleya salvegera berxwedana Kobanê û ji bo berxwedêrên li Bendava Tişrînê mitîngek  hate lidarxistin.  Mitîng ji aliyê Meclîsa Gelê Kurd a Dresdenê û Initiative fur Frieden in Kurdistanê ve li Stastona Trênê ya Navendî ya Dresdenê  hate lidarxistin.

HEILBORNN

Çalakvana Elman Lea Bunse ya ku xebatên alîkariya mirovî dimeşand di encama êrîşa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker li dijî Bendava Tişrînê bi giranî birîndar bûbû. Malbat û hevalên Lea Bunse yên têkoşînê li Kiliansplatz a Heilbronn ê Elmanyayê standa agahdarkirinê vekirin. Li çalakiyê dayik, bav û xwişka Lea axaftin kirin û gotin:“Ev bendav ne tenê ji bo Kurdan ji bo tevahiya cîhanê girîng e. Ev bendav xizmeta mirovahiyê dike û divê were parastin.”

FRANKFURT

Meclîsa Gel, TJK-E Hessenê, Feda û gelek saziyên Elewî li bajarê Frankfurtê çalakî li dar xistin. Meş li Friedbergplatzê dest pê kir. Di meşê de êrîşên dewleta Tirk a dagirker a bi alîkariya hikûmeta Sûriyeyê HTŞ’ê li ser Elewî, Ermenî, Gurcî, Kurd û gelên din tên meşandin şermezar kirin.

BREMEN

Di çarçoveya 10’emîn salvegera rizgarkirina Kobanê de li Domsheide yê Bermen mitîng hat lidarxistin. Li ser navê Defend Rojava Bremen daxuyanî hat dayîn û hate gotin:"Dewleta Tirk a ku ketina rejîma Esed weke derfetê dibîne, êrîşên li ser Rêveberiya Xweser didomîne. Di van êrîşan de rojnamevan, hunermend û sivîl hedef digirin. Her wiha dewleta Tirk û çeteyên wê êrîşî Bendava Tişrîn dikin. Hilweşîna bendavê hem ji bo mirovan û hem jî ji bo ekolojiyê xetereyek mezin e.”

NURNBERG

Li Nurembergê li dijî êrîşên ser Rojava çalakî hat lidarxistin. Kurd û dostên wan ji bo sivîlên li Bendava Tişrînê dengê xwe bilind û êrîşên dagirkeriyê şermezar kirin. Di çalakiyê de dirûşmên “Terorîst Türkiye, qatil Erdogan", "Bijî berxwedana Rojava" û "Bijî berxwedana Tişrînê" berz kirin.

SAARBRUCKEN

Kurdistanî û dostên wan li bajarê Saarbrucken ji bo xwedîderketina li Rojava meşiyan. Di meşê de dirûşmên "Rojava rûmeta me ye" û "Bijî YPG-YPJ" hatin berzkirin. Dostên Kurdan ên Elman jî bi Elmanî daxuyanî xwendin.

KASSEL

Defend Rojava û Navenda Civaka Kurd a Demokratîk (DKTM) ya Kasselê ji bo şermezarkirina êrîşên li ser Rojava û Bendava Tişrînê li bajarê Kassel ê Elmanyayê meşiyan.

OSLO

Bi sedan Kurdistanî berxwedana Rojava û Tişrînê li paytexta Norwêc Osloyê silav kirin. Di çalakiya ku bi pêşengiya partiyên Kurdistanî û saziyên sivîl li navenda Osloyê hat lidarxistin de êrîşên dagirkeriyê yên li ser Rojava hate şermezarkirin û berxwedana Tişrînê hate silavkirin.

PARÎS

Li paytexta Fransa Parîsê bi pêşengiya TJK-F’ê li qada Republique meşa “Rojava biparê” hate lidarxisin. Jinên Kurd û girseya ku li ser banga Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê li hev civiyan, êrîşên dewleta Tirk a faşîst ên li ser Bendava Tişrînê şermezar kirin. Gelek sazî û dostên Kurdan beşdarî meşê bûn.

STRASBOURG

Li bajarê Strasbourgê li dijî êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li ser Rojava çalakiyek hate lidarxistin. Kurd û dostên wan li ser banga Komuna Jinê ya Zînê li Place Kleber hatin ba hev. Di çalakiyê de li ser navê Komuna Jinê ya Zîn Sylvie Elmali axaftinek kir û got:“Di rojên dawî de, zêdetirî 20 kesan jiyana xwe ji dest dan û zêdetirî 120 kes jî birîndar bûn. Divê dewleta Tirk ji ber sûcên dijmirovî bê darizandin.’’

MILANO

Li bajarê Milano yê Îtalyayê bi sedan sazî, sendîka, partî û rêxistinên girseyê yên demokratîk li San Babila ku qada herî qerbalix ê bajêr e li hev civiyan. Di çalakiyê de hate destnîşankirin ku divê destkeftiyên ku bi şoreşa Rojava re hatiye bidestxistin, bên parastin û pergala Konfederalîzma Demokratîk di her şert û mercê de bê parastin.

PARMA

Li bajarê Parma li ser banga Donne in Nero bi dehan sazî û rêxistin li qada Garibaldî li hev civiyan û piştgiriya bi gelê Rojava re kirin. Nûnerê Donne in Nero di çalakiyê de axivî û diyar kir ku wê felsefeya “”Jin, Jiyan, Azadî” wê bi teqezî bi ser bikeve.

BERGENZ

Li eyaleta Vorarberg a Avusturyayê girseya ku bi pêşengiya Komeleya Çandê ya Sara û Partiya Komunîst a Awusturalya (RKP) li hev civiyan, êrîşên li ser Rojava protesto kirin. Girseya ku li paytexta eyaletê Bregenzê li hev civiyan û meşiyan, wêneyê sivîlên ku li Bendava Tişrînê hatin qetilkirin hilgirtin û polîtîkayên êrîşkar û nîjadperest ên dewleta Tirk protesto kirin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.