Divê CHP bêdeng nemine

Pêncşem 6 Hezîran 2024 - 00:09

OMER IBRAHÎMOGLU / MA / STENBOL

Mûsa Pîroglûyê yê ji DEM Partiyê dijî sazkarkirina qeyûman got çare geşkirina têkoşîna civakî ye û banga berxwedanê kir. Hevserokê Giştî yê OHD’ê Serhat Çakmak jî bal bire ser helwesta CHP’ê û got divê CHP di bin tesîra ‘normalbûn’ê de li bara darbeya qeyûm bêdeng nemine.

Wezareta Karên Navxweyî ya Tirk 2’ê hezîranê cara sêyemîn qeyûm danî ser Şaredariya Colemêrgê, ku DEM Partiyê bi rêjeyeke zêde ya dengan şaredarî standibû.

Endamê Desteya Rêveber a Navendî ya DEM Partiyê (MYK) Mûsa Pîroglû û Hevserokê Giştî yê Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) Serhat Çakmak, derheqê desteserkirina şaredariya Colemergê axivîn.

Dor li AKP’ê teng bûye 

Pîroglû anî ziman ku AKP piştî Wanê senaryoyeke bi vî rengî li Colemêrgê jî xist danîye û got ku bertekên li Wanê derketin qada siyasî ya li AKP-MHP’ê berteng kiriye. Pîroglû got: "Ji ber vê yekê niha hewl didin pêvajo û biryarên dadgehan ji bo qeyûman bikin zemîn. Desteserkirina vîna gel ku duh bi destê Wezaretê Karên Navxweyî dihat kirin, îro dixwazin heman tiştî bi biryarên dadgehan bikin. Ev siyaset, rengvedana polîtîkaya tolstendin û dijminatiyê ya li hemberî gelê Kurd e." 

Çare, geşkirina têkoşîna civakî ye

Pîroglû da zanîn divê têkoşîna li dijî qeyûman û hemû zextan bê xurtkirin û got: "Divê were qebûlkirin ku heta hêzên ked û aştiyê gav neavêjin, heta gel çarenûsa xwe neparêzin, wê tu carî asayîbûneke ji bo sûda wan çênebe. Ya divê em bikin, ew e ku em têkoşîna civakî geş bikin." 

Destwerdana li heqê dengdayinê ye 

Hevserokê Giştî yê OHD'ê Serhat Çakmak jî diyar kir ku tayînkirina qeyûman rasterast destwerdana mafê dengdayîn û hilbijartinê ye. 

Çakmak anî ziman ku berxwedana li Wanê bû sedem ku AKP bi paş ve gav bavêje, lê feraseta qeyûm hê jî di desthilatdariyê de heye û got ku AKP hewl dide bi vî awayî desthilatdariya xwe bidomîne. Çakmak îşaret bi wê yekê kir ku tayînkirina qeyûm ya li Colemêrgê bi hevsengiyên li Rojhilata Navîn re jî girêdayî ye. 

Divê CHP bêdeng nemîne 

Çakmak jî îşaret bi daxuyaniyên "asayîbûnê" kirin û destnîşan kir ku bi taybetî divê CHP di bin navê "asayîbûnê" de li hemberî polîtîkayên desthilatê bêdeng nemîne. Çakmak destnîşan kir ku heya pirsgirêka sereke ya vî welatî neyê çareserkirin, wê tu pirsgirêk bi awayekî mayinde çareser nebe. 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.