Divê bi diyalogê çareser bibe

În 2 Hezîran 2023 - 14:09

  • Mûrat Karayilan derbarê dorpêça wargeha Mexmûrê de axivî û got:’’Em di wê baweriyê de ne ku diyaloga navbera dewleta Iraqê û meclîsa xelkê me yê Mexmûrê wê bi ser bikeve, pirsgirêkan bi diyalogê çareser bikin.’’

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan tevlî bernameya taybet a kanala televîzyonê, Stêrk TV bû û bersiv da pirsên li ser mijarên di rojevê de ne.

Karayilan derbarê dorpêça artêşa Iraqê ya li ser Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûrê) got, “Beriya her tiştî xelkê me yê Mexmûrê yê welatparêz û fedakar ji dil û can silav dikim. Sekna wan bi rêzdarî silav dikim. Xelkê me yê Mexmûrê ji bo me di nava tevahiya gelê Kurd de sembolek e, rûmetek e. Bi sekna xwe ya welatparêz a bi şeref li tevahiya Kurdistanê xwediyê temsîliyetekê ye.

Tirkiye dixwaze Iraqê ji hev bixe
Rast e, me ji çapemeniyê bihîst ku leşkerên Iraqê dixwazin wargehê dorpêç bikin, têlan bi cih bikin, bircan ava bikin. Em vê yekê bi baldarî dişopînin. Diyar e ku Iraq li ser daxwaza dewleta Tirk ketiye nava liv û tevgerê. Lê belê divê Iraq lîstik û xapên dewleta Tirk bibîne. Dewleta Tirk dixwaze dora Iraqê vala bike. Dixwaze Iraqê li ber dostên wê rake, bi hev bixîne. Dewleta Tirk li ser Iraqê hesaban dike. Dixwaze hikûmeta Iraqê, dewleta Iraqê bêrûmet bike, armancên xwe lê ferz bike, lawaz bike û bixe bin bandora xwe. Dixwazin bibêjin 'Hûn mîrateya Osmanî ne ji bo me'. Ew Iraqê di vê çarçoveyê de dinirxînin. 

Nebin leşkerê ber destê Tirkiyê
Mînak beriya niha bi 7-8 salan Serokwezîrê Iraqê bi rengekî fermî got, 'Em dixwazin dewleta Tirk leşkerên xwe ji Başîqayê vekişîne'. Ka, Tirkiyeyê vekişand? Na, berevajî vê yekê zêdetir kir. Ji ber ku Tirkiye naxwaze Iraq bibe dewleteke bi rûmet û xwedî karakter; dixwaze bixe bin kontrola xwe. Li ser Iraq û Sûriyeyê hesabên xwe hene. Lewma divê hikûmet û dewleta Iraqê mejiyê Tirk ê xwedî têgihiştina AKP-MHP'ê bibîne û nebe leşkerê li ber destê wan. Bi gotina 'Em ê avê ji bo we berdin, hûn jî Mexmûrê dorpêç bikin, Şengalê hal bikin', daxwazên xwe li ser te ferz dikin. Jixwe, bi zext û ferzên li ser hikûmetên Sûriye û Iraqê dixwazin encamê bi dest bixin. Ji ber vê yekê, divê dewleta Iraqê li hemberî van kiryarên Tirkiyeyê hişyar be. 

Li hemberî DAIŞ’ê bûn îrade

Mîna ku xelkê me yê Mexmûrê di çapemeniyê de jî got, pirsgirêkeke xelkê me yê Mexmûrê bi dewleta Iraqê re nîne.
Kî berê xwe bide Mexmûrê divê beriya her tiştî êrişên DAIŞ'ê bi bîr bînin. Wê demê kî li ber DAIŞ'ê sekinî? Tenê vî gelî û şervanên wî li dijî DAIŞ'ê bûn xwedî îrade û çeperekî mezin. Hewlêr jî, bajarên din jî parastin. Ev ne tiştekî piçûk e. Divê kes vê ji bîr neke. Divê her kes vê bibîne. Ev bi tena serê xwe rûmeta Kampa Mexmûrê nîşan dide.

Dewleta Tirk derewan dike
Em bawer dikin ku diyaloga di navbera dewleta Iraqê û meclîsa xelkê me yê Mexmûrê de wê bi ser bikeve, ew ê pirsgirêkan bi diyalogê çareser bikin. Ew der kampek e ku penaberên siyasî lê ne. Ne rast e ku bi rengekî leşkerî bê dîtin. Belê; dema ku êriş hate kirin me jî weke gerîla berê xwe da gelê xwe ji bo parastinê, lê belê piştre me hêzên xwe vekişandin. Niha hêzeke me ya gelekî piçûk maye; heger pêwîst be, em ê wan jî vekişînin. Yanî çend kesên li wê derê, nabe weke ku rewşa penaberiya siyasî ya gelê me têk dibe, bê dîtin. Heger bê xwestin, ew jî dikarin bêne vekişandin. Jixwe, hejmareke gelekî kêm e. Mînak, heger dewleta Iraqê û Neteweyên Yekbûyî temînatê bidin ku ew ê gelê me biparêzin, ji bo me pirsgirêk nîne û wê kesekî bi tenê jî li wir nemîne. Tedbîr û çareya vê yekê heye. Gelê me yê li wir, sivîl e. Zarok, jin, extiyar, her kes karê xwe dike. Berevajî îdîayên dewleta Tirk, cihekî welê nîne ku êriş ji wê derê li hemberî Tirkiyeyê tê kirin. Ev îdîa rast nîne. Lewma em bawer dikin û li bendê ne ku pirsgirêkên li wê derê bi diyalogê çareser bibin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.