Seroka Koma Tevgera Gorran a li Parlamena Hewlêrê, Gulistan Seîd got, divê Parlamena Hewlêrê fermî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê nas bike: “Rêveberiya Xweser hemû pileyên xwe yên îdarî hene û kariye rêveberiyeke serketî bimeşîne.”

Seroka Koma Tevgera Gorran a li Parlamena Hewlêrê, Gulistan Seîd li ser mijara pêwîstiya fermî naskirina Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê got, “Pileyên îdarî hemû di Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê de heye, çi di warê çavkaniyên xwezayî, çi jî di warê birêvebirineke birêkûpêk de. Weke ew ezmûna Rêveberiya Xweser ya me di nava çend salên bihurî de dîtiye, kariye rêveberineke serketî bide meşandin.”

Gulistan Seîd got, Rêveberiya Xweser kariye binesaziya aborî bi rêxistin bike û rewşa jiyana xelkê baştir bike û mafê pêkhateyên cuda hemûyan misoger bike: “Divê Kurd ji bo parçeyên din timî hevkar û hemaheng bin. Bi taybet divê Başûrê Kurdistanê piştgiriya beşên din ên Kurdistanê bike. Her weke di dema şerê Kobanê de Parlamena Herêma Kurdistanê biryar da pêşmerge bişîne, niha jî erkeke Parlamena Kurdistanê ye ku Rêveberiya Xweser nas bike.”

Gulistan Seîd ji bo naskirina Rêveberiya Xweser, xwest projeyek hebe û wiha dewam kir: “Ev proje jî divê ji aliyê kesên taybet ve were nivîsandin da ku piştgiriya tevahiya pêkhate û aliyên cuda yên Parlamenê bi dest bixe.”

ROJNEWS/SILÊMANÎ