Dîtina Rêber têkoşîn mezin kir

Şemî 25 Çile 2025 - 02:40

2 jinên berê xwe dabûn herêma Bîqa ya Lubnanê ku Rêber Abdullah Ocalan bibînin, gotin bi dîtina Rêber Abdullah Ocalan têkoşîna wan mezin bûye. 

Edle (80) û Gulistan (67)  behsa hevdîtina xwe ligel Rêber Abdullah Ocalan a dema li Lubnanê bû, kirin. 

Edle Yusif sala 1991’ê li deşta Bîqayê ya Lubnanê di civîna gel de Rêber Abdullah Ocalan dîtiye. Edle ew hevdîtin bi "zayîneke nû" wesifand û got: "Tevî dûrbûna rûbera di navbera me de ya ji ber beşdariya bi sedan kesên xwestin Rêbertî bibînin, lê dema ketiye hola civînê bi heybeta wî hîs kir."

Edle Yusuf axaftina Rêber Abdullah Ocalan a der barê 15’ê Tebaxê û bandora wê li ser doza Kurd de bi bîr xist û got: "Gotinên wî yên li ser têkoşîna ji bo doza Kurd û rizgarkirina gelan a ji zulma pergalên kapîtalîst, ez bi hêz kirim."

Edle Yusuf diyar kir ku ew minetdarê tevgera rizgariya Kurdistanê ye ku ji bo mafên gelê Kurd vegerîne kedê dide û ev li gotinên xwe zêde kir: "Tevgerê, mîna ku bîrê bi derziyê bikole têdikoşe. Doza Kurd vejand. Ji bo vegerandina mafên gelê Kurd û gelên bindest têkoşiya. Rêbertî ji nû ve jiyana me zindî kir."

Edle Yusuf destnîşan kir ku li gorî xeta tevgera rizgariya Kurdistanê kar û xebat meşandiye, dema zarokên wê tev li berxwedana li dijî êrişên dewleta Tirk bûne, li pêşiya wan nesekinî, berovajî wê ew teşwîq kirin ku tev li xeta berxwedanê û azadiya welat bibin.

Edle Yusuf di dawiyê de got: "Rêber Abdullah Ocalan ji bo azadiya me xwe feda kir, em minetdarên wî ne. Çiqas em fedarî bikin, em nikarin layîqî wî bin."

Têkoşîna xwe mezin kir

Gulistan Mihemed jî bi Edleyê re çûbû Bîqayê û Rêber Abdullah Ocalan dîtiye. Der barê wan kêliyan de Gulistanê got: "Saet di yazdehê şev de Rêbertî bi me re civiya. Dema kete holê, moralê me bilind bû. Ew bi heybet û rûmetdar e."

Gulistan Mihemed diyar kir ku ji ber hejmara zêde ya şêniyan nekariye ku bi Rêber Abdullah Ocalan re wêneyekê bikişîne û got: "Ji heyecanê li benda otobûsan nemam ku biçim Şamê, ji Bîqaê heta Şamê meşiyam."

Keça Gulistanê, Tolhildan Rojava piştî komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan sala 1999’an tev li gerîla bûye û heta niha têkoşîna xwe li çiyayên Kurdistanê didomîne.

Gulistan Mihemed bi bîr xist ku piştî hevdîtinê, têkoşîna xwe mezin û bilind kiriye. 

ANHA/QAMIŞLO

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.