Ditib û Milli Goruş ji AKP´ê re dişixulin

Nûçeyên Dîaspora

Çarşem 29 Adar 2023 - 03:17

Parlamenterê AKP´ê Mustafa Açikgoz Çileyê bihurî, li mizgefteke Gurên Boz a li bajarê Elmanyayê Neussê (li eyaleta NRW´ê) gefa kuştinê li Kurdan û mixalifan xwaribû. Piştî vê yekê, Wezareta Karê Derve ya Elman Çileyê bihurî, eşkere dabû zanîn ku tevahiya çalakiyên di çarçoveya kampanyaya hilbijartina li Tirkiyeyê, divê bi destûra meqamên Elman çêbin. Hikûmeta Elman hikûmeta Tirk jî ji bo li gorî qanûnan tevbigere, hişyar kiribû.

Lê AKP guh nade qanûnên Elmanyayê û wan binpê dike. Gelek çalakiyên di çarçoveya kampanyaya hilbijartina 14´ê Gulanê de li mizgeftên Ditib û Milli Goruşê (IGMG) bi rê ve çûn. Navenda Kordînasyona Hilbijartinê li derveyî Tirkiyeyê ya  AKPê û rêxistina wê ya lobiyê UID, van çalakiyan bi rê ve dibin.

Li gorî daneyên UID´yê par wê bi mizgeftan re bêhtirî hezar çalakiyên hevpar kirine. Ji van 679 li mizgeftên Ditibê û 420 jî li mizgeftên Milli Goruşê bi rê ve çûne. Lê ji serê salê ve jî ji bo kampanyaya hilbijartinê ya AKP´ê çalakiyên mizgeftan ên hevpar ên bi UID û AKP´ê re dewam dikin.

Rojnamevan Erkan Pehlîvan ji Frankfurter Rundschau re li ser meseleyê nivîsiye. Ew dibêje, Navenda Kordînasyona Hilbijartinê li derveyî Tirkiyeyê ya  AKPê di ser hesabê xwe yê Facebookê re daye zanîn ku li Stuttgartê xebatên xwe dane destpêkirin. Cihê ku xebatan lê dest pê kiriye, komeleya mizgeftan a IGMG´ê ya devera Aalenê ye. Kordînasyonê ev nûçeya hanê bi lez û bez dîsa ji hesabê xwe yê Facebookê biriye.    

Piştî hevdîtina bi Erdogan re

Lê meseleya tevlîbûna endamê rêveberiya IGMG ya Aalenê di civîna stratejiya hilbijartinê ya AKP´ê de, ne meseleyek e ku mirov bide jibîrkirin. Beriya wê Sekreterê Giştî yê mizgeftên Milli Goruşê li Elmanyayê, Ali Mete îdîa kiribû ku mizgeftên wan wê ji bo kampanyaya hilbijartinê neyên bikaranîn. Niha diyar e ku ev ne rast e.

Ali Mete beriya çendekê çû Enqerê û bi serokkomarê Tirk Tayyip Erdogan û cihgirê wî Fuat Oktay re rûniştibû. Diyar e, piştî vê civînê tiştin guherîn. Lê Ali Mete û IGMG li ser vê hevdîtinê ti nûçe çênekirin û dixwazin pê neyê zanîn. Niha em ji xwe dipirsin, gelo meqamên Elman wê li dijî vê kampanyaya hilbijartinê ya bêdestûr tiştekî bikin yan na.

FRANKFURT

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2023 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.