Dişewitîne û nahêle bê vemirandin

În 18 Hezîran 2021 - 02:14

Artêşa dewleta Tirk a dagirker di dema operasyona eskerî ya 12’ê Hezîranê de li Bedlîsê agir bi daristanê xist. Ev 5 roj daristan dişewite, û dewleta Tirk destûrê nade kes şewatê vemirîne.

Dewleta Tirk a dagirker dawî li êrîşên xwe yên  li dijî xwezaya Kurdîstanê naîne. Her cihê ku êrîş dikê xesarên mezin dide daristan û xwezayê. Artêşa Tirk li hawîrdora gundê Hor ê ser bi navçeya navendî ya Bedlîsê bi bombebarandinê agir bi daristanê xist. Şewat ji 12'ê Hezîrenê û vir ve dewam dike û hê jî nehatiye vemirandin. Walîtiya Bedlîsê di 12’ê Hezîranê de ji bo 35 gund û gundikan qedexeya derketina derve ragihandibû.  Qedexe di 4'ê Hezîranê de bi dawî bû. Lê agirê ku li herêmê bi operasyona eskerî bi daristanê hat xistin, hîna didome û her ku diçe li heremê belav dibe. Li gorî agahiyên ji çavkaniyên heremî, tevî vê jî dewleta Tirk a dagirker destûrê nade ku kesek hewl bide şewatê vemirîne.

NAVENDA NÛÇEYAN


 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.