Dîsa konên penaberên Êzîdî şewitîn
Sêşem 6 Îlon 2022 - 14:22
Li Wargeha Herşem a ji bo penaberên ji Şengalê, dîsa di encama şewatekê de kon şewitîn. Hat zanîn ku di şewatê de bi giştî 6 kon şewitîne.
Li Wargeha Herşem a li Hewlêrê, penaberên Êzîdî dimînin. Di şewata pêr bi şev de 6 kon bi temamî şewitîn, û ziyana madî li xwediyê wan konan bûye.
Li gorî agahiyan ti ziyana canî nîne.
Heta niha aliyên peywendîdar têkilarî sedema şewatê ti agahî parve nekirine.
Hêjayî gotinê ye ku heta niha ev çend car e li wargehên ji bo penaberên Êzîdî yên li Dihok û Hewlêrê şewat çêdibin û ev şewat dibin sedema ziyanên madî û canî.
ROJNEWS/HEWLÊR