Dîsa hiqûqa navneteweyî binpê kirin
Duşem 17 Nîsan 2023 - 16:34

Artêşa Tirk a dagirker bi çekên qedexekirî êriş bire ser çeperên berxwedanê yên li qada Sîdayê.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê got:
Êrişên bi çekên qedexekirî
15'ê Nîsanê çeperên me yên berxwedanê yên li Sîdayê carekê bi çekên qedexekirî hatin bombekirin.
15, 16 û 17'ê Nîsanê çeperên me yên berxwedanê yên li Girê Cûdî, Girê FM'ê, her wiha Geliyê Lolanê yê Xakurkê û qadên Çemço û Sîdayê 17 caran bi helîkopterên êrişê, 53 caran jî bi tank, obus û çekên giran hatin bombekirin."
BEHDÎNAN















