• Qeyûmê ku ji bo dewleta Tirk şaredariya Amedê dagir kiriye, êrişî dergûşxaneya Zarokistanê kir. Qeyûm di heman demê de êrişî zimanê Kurdî jî kir.

Qeyûmê ku ji bo dewleta Tirk şaredariya Amedê dagir kiriye, êrişî dergûşxaneya Zarokistanê kir. Qeyûm di heman demê de êrişî zimanê Kurdî jî kir. Qeyûm lewjeya Dergûşxaneya Zarokistanê ya li navçeya Baxler a Amedê guherand. Li Şûna Zarokistanê niha li ser lewheya Zarokistanê, ‘Bagcilar Kreş ve Gunduz Bakimevi’ dinivîse.

Qeyûmê Amedê bi xwe êrişeke li dijî îradeya Kurdan û Amediyan bû. Niha ew bi vî wesfê xwe êrişî Kurdî û zarokên Kurdan dike.

Zarokistan sala 2014’an hat vekirin û ser bi Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve bû. Ew li taxa Bagcilar a Baxlerê hatibû vekirin. Lewheya wê bi Kurdî bû û navê wê  Zarokistan bû. Bi zaravayên Kurdî wê perwerde dida zarokan. Ha qeyûm ew lewhe anî xwarê û pê re jî esas êriş kir miqatebûna li zarokan a bi Kurdî.

Dûrî çav û xelet

Niha tenê li cihekî tabelayê bi tîpên piçûk ku ji dûr ve nayên dîtin, bi kurdî “Mala Zarukan” dinivîse. Yanî ew kurdiya darîçavkirî jî xelet hatiye nivîsandin.

Dergûşxaneya Zarokistanê ya ku Şaredariya Peyasê ew vekiribû, zûtir ketibû ber xezeba qeyûmên dagirker. Hê 8’ê Kanûna 2016’an qeyûmê dagirker Zarokistana Peyasê girtibû û xebatkarên wê hemû jî ji kar derxistibûn.

Dergûşxaneyên Zarokistanê ji projeyên şaredariyên Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) bûn û şaredariyan ew fînanse dikirin.

Perwerdeya wan bi Kurdî bû û bernameya perwerdeya wan ji aliyê Miduriyeta Perwerdeyê ya Bajêr ve dihat kontrolkirin.

Axir qeyûm naxwaze kontrol jî bike, heger wê Kurdî be, ji bo qeyûmên dewleta Tirk a dagirker, nebe çêtir e.

AMED