Dîsa ceza dan Kurdî

Yekşem 14 Sibat 2021 - 16:40

Rêxistina Mafê Mirovan a Hengawê ragihand ku Dadgeha rejîma Îranê ya Sineyê 5 sal cezayê girtîgehê daye mamosteya zimanê kurdî Zara Muhamedî.

Li Îranê girtin û binçavkirina Kurdan zêde dibe û vê carê jî mamoste Zehra Muhamedî ceza lê hat birrîn. Zara Mihemedî meha Gulana 2019'an bi tawanbariya dayîna dersa zimanê Kurdî, rêxistinkirin semînerên civakî û komkirina hevkariyê ji kesên ziyan ji erdheja Kirmanşanê dîtinê re hate binçavkirin. Di meha Tîrmeha 2020'î de jî ji ber wan tawanbariyan, bi 10 sal zîndanîkirinê hate cezakirin, ev yek jî ji aliyê Kurdên li çar parçeyên Kurdistanê ve bûbû sedema nerazîbûnan.

Zara Mihemedî ji gundê Serawle yê parêzgeha Sineyê yê Rojhilatê Kurdistanê ye, bawernameya Karnasiya Bilind a Jeopolîtîk ji Zanîngeha Bîrcandê wergirtiye û çalakvaneke civaka sivîl e ku ji 10 salan ve li gundên derdora Sine û navenda bajarê Sineyê dersên Kurdî dida.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.