Dîsa çekên qedexe bikaranîn

Yekşem 16 Tîrmeh 2023 - 13:56

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ragihand ku dewleta Tirk a dagirker careke din li dijî gerîla bombeya taktîk nukleer bi kar anî.

Agahiyên berfireh ên derbarê çalakiyên gerîla û êrîşên artêşa Tirk a dagirker wiha ne;

Li herêma Rojavayê Zapê

14’ê Tîrmehê di saet 07.00, 08.00 û 09.00’an de bi çekên giran li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê FM, hate xistin.

14’ê Tîrmehê di saet 12.30’an de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî droneke dagirkeran hate tinekirin.

15’ê Tîrmehê ji saet 07.00’an heta 11.00’an bi çekên giran 4 caran li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê FM hate xistin.

Li herêma Xakurkê

14’ê Tîrmehê di saet 12.40’an de bi çekên giran li dagirkerên li Girê Şehîd Şahan hate xistin. Ev çalakî ji aliyê tîmên me yên bi tevger ên YJA Starê ve hate lidarxistin.

Sûcên artêşa Tirk a dagirker

15’ê Tîrmehê di saet 08.00’an de çeperên me yên li Qada Berxwedanê ya Sîdayê ya Zapê carekê bi bombeyên taktîk nukleer hate bombekirin.

Êrîşên ku artêşa Tirk a dagirker

Artêşa Tirk a dagirker 14 û 15’ê Tîrmehê êrîşî çeperên me yên li Qada Berxwedanê ya Sîdayê ya Zapê û yên li Qada Berxwedanê ya Girê FM a herêma Rojava Zapê Şehîd Delîl û hewl da tunelên me bi kepçeyan hilweşîne.

14’ê Tîrmehê Qada Berxwedanê ya Girê Hekarî û Golkayê 10 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

14 û 15’ê Tîrmehê Qada Berxwedanê ya Sîdayê ya Zapê, herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl, Gundê Dergelê yê Metînayê, Gundê Şêlazê, Qada Berxwedanê ya Girê Hekarî û qadên Girê Şehîd Heqî, Girê Şehîd Kamuran û Ava Lolanê yên li Xakurkê 261 caran bi obus, tank û çekên giran hatin bombekirin.

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.